Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan 2021-08-01 12:04:29 STENBOL - Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn jî di nav de 6 kesên di dema şopandina nûçeyê de rastî êrişa koma nijadperest hatin, îfade nedan polîsan. Tê payîn ku 6 kes sibe sewqî dozgeriyê bên kirin.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasî yên Stenbolê, duh li Qada Tunelê ya Taksîmê daxuyanî dan çapemeniyê. Ciwanên ku dest bi meşê kirin, rastî êrişa komek nijadperest hatin. Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn û xebatkarê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş jî di nav de 6 kes di êrişê de birîndar bûn. Ji koma nijadperest a êrişkar kesek nehat binçavkirin. Lê 6 kesên di êrişê de birîndar bûn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Polîsan 6 kesên binçav kirin, di saetên şevê de anîn Nexweşxaneya Alîkariya Yekemîn a Taksîmê û rapora derbkirinê girtin. Polîsan dûre her 6 kes birin Miduriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê. Her 6 kesan li miduriyeta polîsan mafên xwe yên bêdeng mayînê bi kar anîn. Tê payîn ku 6 kes sibe sewqî dozgeriyê bên kirin.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Nûçegihanê MA’yê Muhammed Enes Sezgîn, Taylan Oztaş, Seyfettîn Kumek, Serhat Sezgîn, Pinar Aslan û Caziye Aygun.