Karsazê Kurd Guneş hat girtin 2021-08-01 12:19:16   MELETÎ – Karsazê Kurd Mahmût Guneş ê ji Elmanyayê hat welatê xwe Meletiyê, hat girtin.   Karsazê Kurd Mahmût Guneş ê ji Elmanyayê xwest were welatê xwe Meletiyê, li Balafirgeha Qeyseriyê hat binçavkirin.  Guneş ê bi hinceta derbarê wî de îxbar heye hat binçavkirin, piştî li miduriyeta polîsan îfade da sewqî dozger hat kirin. Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û bi daxwaza girtin Guneş şand dadgehê. Guneş, bi heman îdîaya hat girtin û şandin Girtîgeha Bunyanê.