Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin 2021-08-01 15:44:38 KONYA - Derket holê ku xizmên Dedeogûllarî yên çûn cihê komkujiyê, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Li ser bedana kesên ku bi copan li wan hat xistin û destên wan hatin kelepçekirin, şopên lêdanê hene.    Derket holê ku xizmên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Meram a Konyayê hat qetilkirin, roja komkujiyê ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin. Malbata Rifatoglû xizma Dedeogûlari çawan komkujî bihîst çû cihê bûyer. Malbata ku xwest biçe ber mala komkujî lê pêk hat, rastî lêdan û tundiya polîsan hat. Polîsan gelek kesên bi copan li wan xistin, dûre destên wan kelepçe kirin. Gelek kesên endamên malbata Rifatoglû, ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn. Şopên lêdanê yên polîsan hîna jî li ser bedana van kesan diyar dikin.    PIŞTÎ KOMKUJIYÊ TUNDIYA POLÎSAN    Harun Rûfatoglû yê ku êvara komkujiyê, ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û hîna şopên lêdanê li ser bedena wî hene, wiha behsa roja bûyerê kir: “Piştî ku apê min wan hatin qetilkirin me xwest em bikevin hundirê malê. Lê polîsan destûr nedan me. Apê min û xaltiya min qetil kirin. Cîranekê me ji me re got ku bi ser malê de girtine. Polîsan derdora malê girtibûn. Min xwest ez ap û xaltiya xwe bibinim. Lê polîsan du cop li min xistin. Ez ketim erdê û cardin rabûm. Dema ku min bi gotina 'Kî gule reşandin' bertek nîşan da, 10-15 kesan bazdan ser min. Ji ber lêdana li min hat kirin, ez şevekê li Nexweşxaneya Bajarê Mezin a Konyayê razandim. Rîska ku xwîn ji min biçe hebû. Min rapora derbê girt. Dûre çûm gel parêzerên xwe û min gilî kir.”    JI BER KU TIRKIN…   Rifatoglû, da zanîn ku cenazeyên wan hebûn, ligel vê jî tenê ew hatin derpkirin û kelepçe kirin. Rifatoglû, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku em Kurdin ji me re gotin, ‘terorîst.’ 7 canên me çûn. Ji kesên ku ve bûyer pêk anîn re tiştekî nabêjin, ji ber ku Tirkin… Roja bûyerê min fêm kir ku li vî welatî edalet tuneye. Ez 28 salîme û tu hêviya min ji vî welatî nema.”    Rifatoglû, da zanîn ku duh Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû jî hat sersaxiya wan û wiha bilêv kir: “Min bûyer ji wî re jî vegot. Ev 4 mehin em di talokê de ne, dibin gefan de ne. Kesekê ji bo xwe nekir xem. Min rewş vegot, wî jî got ‘berpirsiyar ezim.’ Ev çend sale ew berpirsiyare, ka çi kirin? Em dixwazin faîl bên girtin û hesa ji wan bê pirsin.”    Xizmeke din ê malbata Dedeogûllari, diyar kir ku polîsan cop li dest û serê wan xistin. Kesê ku nexwest navê xwe bide, da zanîn ku rastî tundiyê hatin û polîsan ew xistine maşîneya zirxî.     Hat îdîakirin ku polîsan dest danîne ser telefonên kesên li cihê komkujiyê dîmen kişandine û hemû dîmen  jê birine.   MA / Bêrîvan Altan - Hakan Yalçin