Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin 2021-08-01 17:06:38   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, 18 girtî bi vîrûsa koronayê ketin.   Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, 18 girtî bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin. Girtiyekê, di hevdîtina telefonê de, ev rewş ji malbata xwe re vegot. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser vê yekê çûn girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kirin. Girtî Îbrahîm Halîl Akboga, rewşa di girtîgehê de, ji parêzeran re vegot. Akboga, diyar kir ku 18 girtiyên di qawîşa B-1 de dimînin bi şewbê ketine. Rêveberiya girtîgehê, ji ber girtiyên ku bi vîrûsê ketin, hevdîtina bi malbatan re îptal kir.