Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin 2021-08-02 09:00:56 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê vê carê jî lembeyên ku li dijî xwezaya bajêr e li navçeya Kerboranê li hin cadeyan bi cih kir. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li bajarê qedîm û dîrokî li cadeya wê dîrokî hin lembeyên berevajî xweşikî û ruhê dîrokî yê bajêr bi cih kiribû. Baroya Mêrdînê li dijî vê projeya qeyûm serî li Desteya Parastina Herêmî ya Parastina Heyîniyên Çandî ya Rihayê ku girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê ye dabû. Vê desteyê projeya qeyûm a lembeyan betal kiribû û li dijî ruhê dîrokî yê bajêr dîtibû û xwestibû ew lembe werin rakirin. Li ser biryarê lembe hatin rakirin.    DÎREKÊN LEMBEYÊN LI MÊRDÎNÊ VÊ CARÊ LI KERBORANÊ BI CIH KIRIN    Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî li hin cadeyên navçeya Kerboran Mêrdînê van lembeyên li dijî xwezaya bajêr bi cih kir. Qeyûmê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û diyar kir ku projeya wan qediyaye. Tê gotin van dîrekên lembeyan ku ji kolana dîrokî ya Mêrdînê hatin rakirin, birine li Kerboranê bicih kirine.