Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in 2021-08-02 09:05:14 STENBOL - Civaknasê êzidî Azad Bariş destnîşan kir ku fermana li ser êzidiyan hêj berdewam dike û got: “Her kesî fêm kir ku êdî nikarin fermanê bînin serê êzidiyan lê hin minafiqên li herêmê hêj li ser kar in.”  Sibê salvegera 7’emîn a fermana êzidiyan ku wek “Fermana 73’yemîn” tê pênasekirin e. DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi ser war û cihê êzidiyan Şengal û bajarok û gundên wê de girt û komkujiyan pêk anî. DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên êzidî revandin û bi hezaran êzidî qetil kirin. Bi saya koridora HPG’ê û YPG’ê civaka êzidî ji komkujiyek mezintirîn hat rizgarkirin.    Civaknasê êzidî Azad Bariş bi wesîleya salvegera 7'emîn a fermana li ser êzidiyan ji ajansa me re axivî.    ‘DIVÊ MERIV ÊŞA ÊZIDIYAN BIJÎ’    Azad Bariş bal kişand ser fermanên li serê êzidiyan diqewimin û got: “Erdnîgariya me erdnîgariya pevçûn, şer, mirin û rijandina xwînê ye û ev erdnîgarî êdî ji vê westiyaye. Gelek caran li erdnîgariya me dane. Hatiyê cihêkirin û bi qirkirinan re rûbirû maye. Civaka êzidiyan jî wek axa xwe her tim bi ferman, kuştin, qirkirin û tunekirinê re rûbirû maye. Dema meriv behsa êzidiyan dike divê meriv hemû êş û azarên hatine serê wan di nav dilê xwe de bijî û biaxive.”    ‘MEKANÎZMAYA FERMANÊ BERDEWAM DIKE’    Bariş bal kişand ser fermanên din û vê fermana dawî û got: “Cara pêşîn, fermanek ji hêla kesên ku pê ve hatine sosyalîzekirin. Bi gotinên din, ew ne tenê di bîra civakî de hatî tomarkirin. Di heman demê de bi navgînek jî hate pêşwazî kirin. Bariş anî ziman ku tevî ku 7 sal di ser fermanê re derbas bûye jî hêj xetereya li dijî êzidiyan berdewam dike û wiha got: “Her kesî fêm kir ku êdî nikarin fermanê bînin serê êzidiyan lê hin minafiqên li herêmê hêj li ser kar in. Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn. Hêj mekanizmaya fermanê berdewam dike. Hem hikumeta Herêma Kurdistanê û hem jî hikumeta navendî ya Iraqê naxwazin ku êzidî bibin xwedî gotin û biryar û statû û ji bo ev nebe jî çi ji destê her du aliyan tê dikin.”    ‘TIRKIYE NAXWAZE ÊZIDÎ BIBIN ÎRADE’    Bariş bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî Şengalê û wiha got: “Tirkiye naxwaze ku li Şengalê îradeyek derkeve holê. Çimkî Tirkiye Şengalê ji îstîkbalê xwe re wek talûke dibîne. Tirkiye wek berdewamiya feraseta yeperest û cihêkar a dîrokî naxwaze êzidî li Şengalê bibin xwedî îrade. Tirkiye bi navbeynkariya PDK’ê dixwaze li ser Şengalê serweriyê ava bike. Heke em bi awayek hêzdar û xurt Şengalê biparêz in, wê Şengal û gel bi ser bikevin.”    MA / Ferhat Çelîk