Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir 2021-08-02 09:49:57   ANTALYA - Li navçeya Elmaliyê komeke nîjadperest ku ji 300 kesan pêk dihat, êrişî malbata Kûrga ya karkerên demsalî kir û ji ber êrişê malbatê ji neçarî gund terk kir.     Li gundê Bayraklar ê navçeya Elmali ya Antalyayê, komeke nîjadperest ku ji 300 kesan pêk dihat, êrişî karkerên demsalî kir. Ji ber gef û êrişên li dijî xwe karkeran ji neçarî gund terk kirin. Karker Servet Kûrga ku têkildarî êrişê me xwe gihandê, diyar kir ku 2 roj in nîjadperest êrişî wan dikin û wiha got: "Duh saet di 00.00'an de êrişî me kirin. Poz û parsûyên patronê me şikandin. Ji me re jî gotin, 'Hûn kurd in, xaka me terk bikin'. Îro jî hatin êrişî me kirin. Niha em di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tên derxistin. Me tu amûrek xwe jî negirt. Em diçin cem xizmên xwe yên li Elmaliyê."   'JI EWLEHIYA CANÊ WAN BI FIKAR IM'   Ji ferdê malbata Kûrga Mûstafa Kûrga ku li Îzmîrê dijî, da zanîn ku piştî 4 saetan xwe bi telefonê gihandiye malbata xwe û dîmenê ku li ser medya sanal digere jî îro hatiye kişandin û ev tişt anî ziman: "Îro 2 roj in komeke nîjadperest êrişî malbata me dike. Niha malbata me di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tê derxistin. Wê biçin cem xizmên me. Zarok jî di nav de 16 kes tên tahliyekirin. Min ji ewlehiya canê wan fikaran kir. Hê jî bi fikar im."   GEFA 'JI VIR BIÇIN'   Di berdewamê de jî Kûrga, têkildarî êrişê ev agahî dan: "Duh bi şev komeke nîjadperest bi ser malê de girtiye û li kesên li malê daye. Cendirmeyên ku hatine cihê bûyerê ji malbata min re gotine, 'Titşekî ji destê me nayê. Ji bo ewlehiya canê xwe vê der terk bikin'. Vê koma nîjadperest ji malbata min re gotiye, 'Hûn kurd in, em li vir naxwazin. Heta sibê em dem didine we. Heke hûn sibê Elmaliyê terk nekin em ê we bi malbata we re bişewitînin'. Îro jî dîsa hatine êriş kirine. 2 caran êriş kirine. Ev kes gundî ne lê ji xwe re dibêjin, 'Em ulukucî ne'. Keyayê gund bûyerê sor dike. Dibêje, 'Ew ê ji vir biçin'. Malbata min gund terk kir."   BULBUL: EM Ê HEVDÎTINÊN PÊWIST BIKIN   Li aliyê din Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî mijarê daxuyanî da û ev tişt got: "Ji bo malbata Kûrga ku li taxeke Elmaliyê êriş li wan hatiye kirin, me bi serokê navçeyê û rayedaran re hevdîtinên dirêj kir û di encama van hevdîtinan de ji bo îşev pirsgirêka ewlehiyê ya malbata me tune ye. Serê sibehê em ê hemû hevdîtinên pewîst bikin."    MA / Hamdullah Yağız Kesen