Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin 2021-08-02 10:53:57   KONYA - Endamên malbata Dedeogûllari ku di komkujiya nijadperest a li Konyayê de jiyana xwe ji dest dan, di 28’ê Gulanê de, ji dozgeriyê re gotibûn, ji ber ku Kurd in êrişî wan hatiye kirin.   Li navçeya Meram a Konyayê, di êrişa nijadperest a di 30’ê Tîrmehê de, li dijî malbata Dedeogûllari pêk hat de, 4 jê jin 7 endamên malbatê hatin qetilkirin. Kujer Mehmet Altûn ê 7 kes ji malbata Kurd a ji Qersê qetil kirin, ligel ku 4 roj bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, hîna nehatiye girtin. Rayedarên dewlet û desthilatdariyê hewl dan ku qetilkirina malbata Dedeogûllarî, weke “dijminantiya di navbera du malbatan de” bidin xuyakirin. Lê endamên malbatê ku berê rastî êriş, heqaret û gefan hatibûn, piştî êrişa 12’ê Gulanê di îfadeyên xwe yên li qereqol û dozgeriyê da bûn de, gotin ji ber ku ew Kurd in rastî êrişê hatine. Endamên malbatê yên hatin qetilkirin, di îfadeyên xwe de, gefên êrişan ên weke “Ez ulkucume, ezê we ji vê derê rakim” vegotibûn.     GEFÊN KUJERAN   Bariş Dedeogûllari yê hat qetilkirin, piştî êrişê rojekê di 13’ê Gulanê de diçe qereqolê vê îfadeyê dide: “Roja 12’ê Gulanê, saet 02.30’an, dema ku ez li mala xwe bûm, cîranên min Lutfî Keleş, kurên wî Alî Keleş û Îbrahîm Keleş, birayê wî Velî Keleş, kurê birayê wî Alî Keleş û zavayê wan Yahya Çalik û kurên wî Alî Çalik û Remezan Çalik, deriyê mala me vekirin û bi awayekê bê destûr ketin hûndir. Di destên wan de şivên hêsin û daran hebûn. Birayê min Metîn Dedeogûllari derket pêşberî wan. Dema ez çûm bi daran li birayê min dixistin. Yahya û Velî di dema êrişê de digotin, ‘ez ulkucume, emê we ji vê derê rakirin.’ Du kesan bi Alî Keleş re bi milên min girtin û bi daran li serê min xistin. Alî Keleş, ji Alî Çalik re digot vî kêr bike. Ez bi erdê re dirêj kirim û derketin ser pişt amin. Xwişka min Serap Dedeogûllari xwest min ji destê wan xelas bike, lê bi darên hêsin li wê xistin. Dema ku xwişka min Serpîl li polîsan geriya, ji cihê bûyer reveiyan. Ez gilî dikim.”   Serpîl Dedeogûllari ya têkildarî êrişê îfade da jî wiha bûyer vegotiye: “Velî bi porê min re girt û kulm li sesrê min xist. Piştî ku ez derb kirim, ji min re got, ‘biçe ji vê derê, ezê we ji vê derê rakim, ez ulkucume.’ Di vê navberê de jî bi şiva hêsin li milê min ê çepê xist. Ez birîndar bûm. Pişt re min xwe da aliyekê û min li 155 û 112’an geriya. Ez gilî dikim.”   Sîbel jî wiha îfade da xwe dide: “Welî Keleş, dema êriş me kir got ‘Ezê we ji vê derê rakim. Ez ulkucume.’”   Yaşar jî, di îfadeya xwe ya 13’ê Gulanê de wiha got: “Yahya Çalik ji me re got, ‘Ez ulkucume, ezê wê ji vê derê rakim.’ Bi vê gotina xwe re şiva hêsin li serê min xist û ez ketim erdê. Di vê navberê de Ayşe Keleş jî, bi darê li milê min ê rastê xist û ez birîndar bûm.”   PIŞTÎ LÊDANÊ GEF   Malbata Dedeogûllari, berê komkujiyê jî, di 22’yê Gulanê de, rastî gefên devkî yên êrişkaran hatin. Malbat ji ber vê yekê li polîsan digere û giliyê êrişkaran dike. Serpîl Dedeogûllarî, di 24’ê Gulanê de, derbarê gefên êrişkaran de vê îfadeyê dide: “Di 22’yê Gulanê de, saet 08.00 sibê ez li berbana mala xwe bûm. Bavê min Yaşar di baxçeyê de bû. Wesayîtek boz hat ber mala cîranê me Lutfi Keleş, ku plaqeya wî nizanim. Di vê wesayîtê de Ramazan Çalik, Alî Keleş û Ahmet Keleş hebûn. Ajokarê wesayîtê ku navê wî nizanim, ji wesayîtê hat xwarê, deriyê mala me vekir û ji bavê min Yaşar re got, ‘Ya te… Li polîsan bigirin bila bên… Bila bên, we ji destê me xilas bikin.’ Min qîr kir. Birayê min Bariş, dayika min û xwişka min derketin derve. Birayê min bi baz hat. Lê ev kes li wesayîta xwe siwar bûn û bi lez ji cihê bûyerê çûn. Di vê navberê de Şerîfe Çalik, Hatîce Keleş, Merve Şen, Esma Keleş û hin kesên din ên ji mala Lutfu Keleş derketin wiha ji bavê min re gotin, ‘Ka hûn bi sekinin. Em ê we ji vê derê rakin. Ka bila zilamên me derkevin.’ Min jî li polîs geriya. Dema ku wesayît di kolanê re derbas bû min dimîne wê girtin. Ez vê dîmenê bi daxwaza xwe didim. Ez gilî dikim.”   Bariş Dedeogûllari jî, di îfadeya xwe ya 24’ê Gulanê de, derbarê êrişkaran de gilî dike.   LUTFÎ KELEŞ MAL ŞOPAND   Bariş Dedeogûllari, di 28’ê Gulanê de jî, diçe Serdozgeriya Komarê ya Konyayê û derberê Lutfî Keleş ê ku bi dîzîkave mala wî bi kamerayê dişopîne gilî dike.   JI BER KU KURDIN   Malbata Dedeogûllari ya li Dozgeriya Konyayê di îfadeyên da bûn de wiha gotin: “Ji ber ku em Kurd in, me xistine hedef xwe û êrîşî me dikin.” Yaşar Dedeogûllari jî, di îfadeya dide de wiha dibêje: “Ev 10 salin bi Yahya Çalik re dijminantiya me heye. Sedema dijminantiya me jî, ji ber ku em Kurd in. Pirsgirêk Kurdiyetiye. Ber jî, ji ber vê sedemê em hatin dadgehkirin. Sedema dijminantiya me tenê eve.”    Serap Dedeogûllari jî wiha îfade da bû: “Ji ber ku em Kurd in êrişî me dikin. Berê jî bi heman hincetê êrişî me kiribûn. Ji ber ku em Kurd in naxwazin em li vê derê bimînin. Ji ber vê yekê heqaret li me kirin,  bi ser mala me de girtin, êrişî me kirin û derb kirin.”   MA / Bêrîvan Altan - Hakan Yalçin