Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat 2021-08-02 11:43:17   WAN - Li navçeya Elbakê, xaşkaniyên ku ji ber lehiya rabû xesar gihîşt mal û axurên wan û sewalên wan mirin, diyar kirin ku di erdhejê de jî kes nehatiye alîkariya wan.     Li gundê Xaşkanê yê navçeya Elbakê ya Wanê, ji ber barana ku zêde bariya, di nav 2 rojan de 3 caran lehî rabû û bi dehan mal û axur bi lehiyê re çûn û bi hezaran sewalên gundiyan mirin. Ji ber talûkeya lehiyê gundî derbasî cihên bilind ên gund bûne û ji ber ku di asta têrker de alîkariya wan nayê kirin bibertek in. Ji ber ku kona nedane gundiyên ku xesar gihîştine malên wan, çûn cem xizmên xwe yên malên wan xesar nedîtine.   QENAL NEHATIYE PAQIŞKIRIN   Erdal Alten ku beşeke mezin a mala wî xesar dîtiye, diyar kir ku piştî baranê di demeke kurt de lehî rabûye û tenê karibûna zarokên xwe ji lehiyê rizgar bikin û wiha got: "Min di temenê xwe de cara yekemîn bobeletke wiha dibînim. Dar, mal û axûra min li ber avê çûn û tiştek nema. Me zarokên xwe girt û derketin cihê bilind ê çiya. Ji bo ku dîwarê qenala di nav gund re derbas dibe bê çêkirin me bi dehan caran daxwazname da lê nehat çêkirin. Piştî ku lehî rabû rayedar li me digerin û pirsa me dikin. Diviya ku dewletê pêşî bergirî bigirta."   Nebahat Aslan ku mala wê ji ber lehiyê di bin çemûrê de maye jî ev tişt got: "Dema ku lehî rabû em li malê rûniştibûn. Piştî ku zarokan agahî da em ji malên xwe reviyan û derketin çiya. Duh bi şev xew bi çavên me neket. Ji ber lehiyê diwarên mala min li ber hilweşandinê ne. Heta niha alîkariyeke nehatiye. Sala par di erdhejê de jî malên me xesar dîtin. Wê demê jî kes nehat malên me lêkolîn nekir. Em li benda alîkariyê ne."   BANGA ALÎKARIYÊ   Zarîfe Aslan jî da zanîn ku ji ber lehiyê gelek tirsiyane û canê xwe bi zorê xelas kirine û ev tişt anî ziman: "Baxçeyê ku me çandibû ji ber lehiyê xesareke mezin gihîştiyê. Hemû keda me çû û em nizanin ku çi bikin."   Mûhammed Şaîk jî bi lêv kir ku axurên wan ji ber lehiyê ketine rewşeke ku nikarin bên bikaranîn û rexmî serlêdanên wan jî qenal nehatiye paqişkirin û xwest ku demildest ji bo wan alîkarî bê kirin.    MA / Cemîl Ûgûr