Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin 2021-08-02 15:25:17   ÎZMÎR -  Li navçeya Bucayê 2 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin.   Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Rabîa Şevîn Saribûlak û Seyît Guler, li navçeya Bucayê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan Saribûlak û Guler birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.