Herêma Bradostê hat bombebarankirin 2021-08-04 13:22:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Gundên herêma Bradostê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin bomberankirin.    Li Herêma Kurdistanê gundên Sinûnê û Bêrkîman ên navçeya Bradostê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin bomberankirin. Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, ji ber bomberdûmanê li her du gundan qadên şîn xesar dîtine û hê jî li herêmê liv û tevgera balefiran heye.