ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-05 09:00:24 * Gundê Çoçellî yê elewiyan, bi rûxandineke ekolojîk a nû re rû bi rû ye. Done Çoçellî ku bertek nîşanî santrala enerjiyê ya biyokutleyê got: "Çar hawirdorê me bi têlan hatiye dorpêçkirin. Çima bi taybetî ev der tê bijartin?"  * Parlementerê HDP'ê Kemal Bulbul, bertek nîşanî şewitandina daristanan û êrîşên nîjadperest da û destnîşan kir ku dwlet pêşî li ber şewitandina daristanan û li ber êrîlên nîjadperest ên li hemberî kurdan negirtiye.    * Malbata Şenyaşar ku 150 roj in li ber avahiya edliyeyê doza "edaletê" dike, diyar kir ku heta edalet pêk bê dê bitêkoşin.    * Hevserokê ÎHD'a Colemêrgê Yûsûf Ozan Çobanoglû, diyar kir ku îqtidar di hemû pêvajoyên krîz û aloziyê de, ji bo xelasiyê serî li êrîşên nîjadperest didin û got: "Îqtidar, ji bo rojevê biguherînin stratejiyên êrîşan pêş ve dibin."    * Li navçeya Doşemealtiyê komeke di dest wan de çek, wesayîtan didin sekinandin û nasnameyan kontrol dikin. Komeke 2 kesî wesayîta Hevserokê HDP'a Doşemealtiyê Mehmet Denîz jî dan sekinandin û nasnameya wî kontrol kirin.    * Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de ku Cîgirê Fermandarê Giştî yên Cendirmeyan Mûsa Çîtîl ew hedef nîşan dabû, îdianame hat amadekirin.    * Li gundê Bezal ê Elkê, gihayên li qelaçan ku wesayît nikarin biçin, bi rê û rêbazên berê tên berhevkirin. Gihayên bi dasan tên çinîn, bi "parxelên" li pişt ker û hespan tên barkirin û kişandin.    * Qeyûmê Şaredariya Nisêbînê, çêkirina avahiya ji bo Fermandariya Qereqola Hidûd a 2'yan, da ber îhaleyê.    * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 150'emîn de dewam bike.   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, wê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî rojeva jinan daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   *  BEKSAV, wê têkildarî ferzkirina sîxuriyê ya li ser lîstikvanek jin a ji aliyê polîsan ve, Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê yê Çûkûrvayê, wê derbarê êrişa nijadperest de li avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, wê derbarê şewatên daristanan de li Navenda Jiyana Hemdem a Turkan Saylan bi nûnerên partiyên siyasî û STO'yan re bicive. (16.00 - 18.00)    * Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê, wê derbarê êrişên nijadperest de, daxuyanî bê dayîn. (19.00)