Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê rojnamevan Kanbal de îdianame hat amadekirin 2021-08-05 09:04:02 MÊRDÎN - Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de ku Cîgirê Fermandarê Giştî yên Cendirmeyan Mûsa Çîtîl ew hedef nîşan dabû, îdianame hat amadekirin.  Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, mulaqateke Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê li ser hesabê xwe yê Twitter parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Mûsal Çîtîl jî giliyê wî kiribû. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Aydinê lêpirsîn temam kir û bi îdiaya "Hedefnîşandana kesên di têkoşîna li dijî terorê de" derbarê Kanbal de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Aydinê jî îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê behsa hevpeyvîna nûçegihana Arti Gerçekê Yagmûr Kaya ya bi Eren Keskînê re hatiye kirin. Keskîn, di vê hevpeyvînê de behsa Mûsa Orhan kiribû ku Mûsa Orhan li Êlihê tecawizî Îpek Erê kiribû û Îpek Erê ji ber vê întihar kiribû. Keskîn di vê hevpeyvînê de derbarê Mûsa Çîtîl de jî çend gotin gotibûn. Ji ber vê derbarê Kanbal, Keskîn û Kaya de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Kanbal, ji ber ku hevpevînê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parve kiribû, hatibû sûcdarkirin.    Di îdianameyê de tê xwestin ku ji salekê heta 3 salan ceza li Kanbal bê birîn. Danişîna ewil dê di meha Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Aydinê bê lidarxistin.