Li herêma operasyonê teqîn 2021-08-05 11:54:25   COLEMÊRG - Li bejahiya gundê Tiloran ê navçeya Geverê, di operasyona ku 3 roj in didome de li nêzî Çiyayê Sipêrêz ê herêmê teqînek tund pêk hat.    Li bejahiya gundên Tilorana Binî û Tilorana Serî yên navçeya Geverê ya Colemêrgê, operasyona leşkerî ya ku beriya 3 rojan hatibû destpêkirin didome. Îro ji bo operasyona ku li herêma Çiyayê Sipêrêz giran bû gelek maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Hat hînbûn ku makîneyên kar ên ji bo vedanê tên bikaranîn jî sewqî herêma hatine kirin. Hat diyarkirin ku herêm timik ji hewa ve tê bombebarankirin.    Îro serê sibehê dengê teqîneke tund ji herêma operasyona hat bihîstin. Piştî teqîna ku serê sibehê saet derdora 04.0'an pêk hat têketin û derketina herêmê ji çûn û hatinê re hat girtin. Hat ragihandin ku bang li gundiyên herêmê tê kirin ku ji malên xwe dernekevin.