Parêzerê Malbata Şenyaşar: Dosyayê vekin, faîlan bigirin 2021-08-05 12:14:02   RIHA - Parêzerê Malbata Şenyaşar a di roja 150’yemîn de lêgerîna xwe ya Edaletê didomîne, Gokhan Dayik, ev bang li Serdozgerê Komarê yê Rihayê kir: “Divê dosya demildest bê vekirin û faîl bên girtin.”    Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku di roja 150'yemîn de dewam dike 5 meh li pey xwe hişt. Emîne Şenyaşar a duh ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû tevlî nobetê bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar û parêzerê malbatê Gokhan Dayik di saetên serê sibê hatin li pêş avahiya Edliyeya Rihayê û bi dowizên “Ji bo herkesê edalet” , “Dayikek 150 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire. Du kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku parlementer di nava komkujiyê de heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya nobetê kirin.    DOZ KIRIN DU BEŞ   Parêzerê Malbata Şenyaşar pêvajoya dosyayên dozê nirxand. Dayik, bi bîr xist ku dosyayên dozê weke êrişa li kargehê hatiye kirin û komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kirine du beş û da zanîn ku di doza têkildarî êrişa kargehê ya di 2’yê Nîsanê de hatiye dîtin de Fadil Şenyaşar re 37 sal 9 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn û ev ceza birine dadgeha îstînafê.    LÊPIRSÎN DIDOME   Dayik, diyar kir ku astên lêpirsîna dosyaya dozê ya têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat nehatiye temamkirin, 3 sal in biryara veşartinê ya li ser dosyayê didome û wiha got: “Bi ser komkujiyê de 3 sal derbas bûn û hêj dosya nehatiye vekirin. Mînaka vê yekê nîne, bûyereke bi mirin çêdibe û dosyaya lêpirsînê 3 sal in nayê vekirin. Malbatê têkoşîneke edaletê da destpêkirin. Ji ber ku peywîrdarên darazê peywîra xwe bi cih neanîn. Dadgeh û dozgeran berpirsyartiya xwe bi cih neanîn.”   3 SAL IN BIRYARA NEPEN HEYE   Dayik, bi lêv kir ku Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 5 meh in lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û wiha berdewam kir: “Me hêvî dikir ku dosyaya ku biryara nepen li ser heye demildest vebe lê lêpirsîn 3 sal in didome. Ji bo ku biryara nepen a li ser dosyayê were rakirin me îtîrazî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Malbat bêje her roj bang li rêxistinên hiqûqê, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî dike. Em weke parêzer dixwazin rast e rast bang li Serdozgerê Komarê bikin. Ev dosya di berpirsyartiya wan de ye, encamkirina dosyayê peywîra wan e. Divê ev dosya demildest were vekirin û faîl bên girtin.”   8 DOZGER HATIN GUHERTIN   Dayik, da zanîn ku weke parêzerên malbatê gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dane lê daxwazên wan “bi awayekî kêfî”hatine redkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger ji me direvin. Her tim dibêjin karê wî zêde ye. Di vê dosyayê de 8 dozger hatin guhertin. Ev jî ji bo encamgirtina dosyayê dibe pirsgirêk. Her dozgerê tê dibêje derbarê dosyayê de agahiya wî nîne, divê dosyayê lêkolîn bike. Dosya bi vî şiklî dimîne. Çima dozger her tim tê guhertin? Divê demildest doz were vekirin.”   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya twîtterê bal kişand ser şewatên daristanan ên bi rojane didomin û ev peyam parve kir: “Li gelek deverên Tirkiyeyê şewat didomin. Li pêş Edliyeya Rihayê jî 5 meh in şewatek heye. Kesên ku difikirin dikarin vê bibînin…”   MA / Emrûllah Acar