Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne 2021-08-05 16:37:24   STENBOL - Parêzera lîstikvana şanoyê Ayşenûr Demîr a polîsan bi darê zorê wê desteser kiribûn û sîxurtî lê ferz kiribûn, Gulhan Kaya ev tişt got: “Polîs bi pêkanînên rêbazên çetewarî hewl didin çavên kesên mûxalîf bitirsînin.”   Weqfa Lêkolînên Huner Çand Estetîk Perwerde û Zanistê (BEKSAV) têkildarî ferzkirina sîxuriyê ya li endama wan Ayşenûr Demîr a ji aliyê polîsan ve li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Lîstikvana şanoyê Ayşenûr Demîr û Hevserokên BEKSAV’ê Canan Kaplan û Ahmet Ûçar beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewilî Ayşenûr Demîr axivî.   Demîr, diyar kir ku di 2’yê tebaxê de polîsan ew tacîz kiriye û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Saet dorê 14.00’an nêzîkî Qereqola Hasanpaşayê li pêş sîmîtfiroşekê ji aliyê 3 polîsan ve hatim sekinandin. Dema min nasnameya xwe nîşanî wan de dosyayeke stûr nîşanî min dan. Polîsan xwest bi min re biaxivin û ez hinek agahiyan bidim wan. Axaftineke ku navên hevserokên BEKSAV’ê jî tê de derbas dibû krin û agahî ji min xwestin.”   GEFA BINÇAVKIRINÊ   Demîr, da zanîn ku dema axaftinê de polîsan gefa binçavkirinê li wê kirin û wiha axivî: “Polîsan got ‘heke tu agahiyan nedî, em ê saet 3’yê şeve bi ser mala te de bigirin û te bigirin’.” Demîr, bi lêv kir ku polîs derbarê jiyana wê ya taybet de jî xwedî agahî bûn û diyar kir ku polîsan hewl daye ku BEKSAV’ê derveyî qanûnan nîşan bidin.   ZEXTA LI SER BEKSAV’Ê   Pişt re Hevseroka BEKSAV’ê Canan Kaplan axivî. Kaplan, diyar kir ku polîsan xwestiye saziya wan derveyî qanûnan nîşan bidin û wiha got: “Şûna ku me terorîze bikin bila ewlehiya canên welatiyên xwe pêk bînin.”   RÊBAZÊN DERVEYÎ QANÛNÊ   Parêzer Gulhan Kaya jî diyar kir ku di demên dawî de rêbazên lêdan û derveyî qanûna agahî komkirin zêde bûne û wiha got: “Di demên dawî de bi girtin û binçavkirinan li ser mûxalîfan polîtîkayên mehandinê tên şopandin. Bi pêkanîna rêbazên çetewarî hewl didin çavên kesên mûxalîf bitirsînin. Ayşenûr jî mînakeke vê ye.”   Kaya, bi lêv kir ku tacîza polîsan ne tenê êrîşeke ser muwekîla wê ye, êrişeke ser BEKSAV’ê jî ye û wiha axivî: “Ji sûc xwe nedane paş a polîsan mînaka polîtîkayên bê cezatiyê ye. Em li vir di kesayeta Ayşenûr de îxbar dikin, di van dosyayan de biryara ne şopandinê tê dayîn û derveyî darizandinê dihêlin lê wê rojekê teqez hesaba vê bidin, em jî dê bibin şopdarên vê bûyerê.”   Kaya, da zanîn ku serlêdana ÎHD’ê jî kirin û anî ziman ku wê giliyê polîsan jî bikin.