Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand 2021-08-05 17:06:57   KONYA - Kujer Mehmat Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari qetil kir, ev tişt got: "Ji bo ku li pey xwe şop nehêlim dema ku li erdê dirêj kirîbûn jî min gule li wan reşand û ji bo jêbirina qeydên qamereyên ewlehiyê jî min xwest agir berî malê bidim."   Kujer Mehmat Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari di 30'ê tîrmehê de qetil kiribû û piştî 6 rojan duh hatibûn binçavkirin, îfade da polisan. Di îfadeyên xwe de kujer Altûn, angaşt kir ku ji bo giliya xwe ya ji ber êrişa 12'ê gulanê ya derbarê xûça wî Ayşe Keleş, zavayê wî Lutfî Keleş û kesên din vekişînin çûye mala malbata Dedegûllari.    JI BO LI PEY ŞOP NEHÊLE AGIR BERÎ MALÊ DAYE   Kûjer Altûn, diyar kiriye ku xwe weke "rayedarê şaredariyê" daye nasîn û ferdên malbatê vexwendiye hewşa malê û dema axaftina xwe rûpoşê xwe yê cerahhaî derxistiye û malbatê wî nas kiriye û bertek nîşanî wî dane û ev tiştş gotiye: "Ez ji bo pêkanîna lihevkirinê çûm malê. Destpêkê min xwe weke rayedarê şaredariyê da nasin. Dema ku min rûpoşê xwe danî min nas kirin. Piştî ku min nas kirin bi ser min ve hatin. Min jî demançeya xwe derxist û ji wan re got ku giliya xwe ya derbarê xûç û zavayê mîn de vekişînin. Ji bo ji giliyê vekişin min xwest ewraqa ku min amade kiribû îmze bikin. Em ji bo lihevkirinê çûbûn. Ji ber ku bertek nîşanî min dan û bi ser min de hatin min gule li teva reşand û kuşt. Ji bo ku li pey xwe şop nehêlim dema ku li erdê dirêj kiribûn jî min gule ki wan reşandin, i bo jêbirina qeydên qamereyên ewlehiyê jî min xwest agir berî malê bidim." .