Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin 2021-08-05 19:59:50   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Erzinganê cenazeyê Mahsûn Aslanê ku li Dersimê di bombeberana TSK'ê de jiyana xwe ji dest dabû, bi kargoyê ji Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê re şand.    Mahsûn Aslan ê HPG'î di Hezîrana 2018'an de li Dersimê di bombeberana Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wî 3 sal berê ji bo DNA'yê nimûne dabû. Encama DNA'yê mehek berê hat aşkerekirin. Piştî encama DNA'yê aşkere bû, malbat ji bo cenaze wergire serî li dozgeriyyê da. Lê belê rayedaran ji malbatê re got, ew ê cenaze bişînin.    Li gor nûçeya Jinnewsê, Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê di 2'yê Tebaxê de telefonî malbatê kiriye û ji wan xwestiye werin cenazeyê xwe bibin. Piştî vê malbat diçe Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê û li wir hîn dibe ku cenaze bi kargoyê hatiye şandin.    Her wiha li midûriyeta polîsan dewsa tiliyên hemû ferdên malbatê hat girtin. Malbat piştî cenaze wergirt, xwest tevî pakêtê kefen bike û veşêre û emniyetê ji malbatê re got, divê hayya kesî ji cenaze tune be.    Malbatê cenaze di 2'yê Tebaxê de li Taxa Yayvantepe ya Erxeniyê spart axê.    Di 10'ê Nîsana 2020'î de cenazeyê Agît Îpek ê HPG'î ku di 23'yê Gulana 2017'an de li Girê Xelasor ê Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû jî bi kargoyê ji malbatê re hatibû şandin.