Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn 2021-08-06 08:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Somayê TIR û otobûs li hev qelibîn. Di encama qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.   Li navçeya Soma ya Manîsayê TIR û otobûs li hev qelibîn û qeza pêk hat. Li gorî agahiyên ewil 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. Otobûsa ku li ser rêya Stenbol û Îzmîrê diçû, li TIR’a li rex rê disekinî qelibî. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxaleya ewil kirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Somayê.    Hat hînbûn ku di otobûsê de 3 jê xebatkar 50 kes hebûn.