Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min 2021-08-06 09:07:24 COLEMÊRG - Diyan Saritaş, dayika Davût Saritaş ku li mezrika Mûşan a Geverê eskeran li wî xistibû û wî tazî kiribûn û bi vî awayî biribûn herêma operasyonê, got: "Qîrîna kurê min dihat min."  Di 27'ê Tîrmehê de li gundê Yekmala Jorê yê Gever a Colemêrgê, dema wesyîta eskerî derbas bû teqînek çêbûbû. Piştî teqînê bi sê rojan, li mezrika Mûşan a gundê Memkava operasyon çêbû. Di dema operasyonê de Davût Saritaş û Abbas Kirmiztaş hatin binçavkirin. Eskeran li her du kesan xist û ew birin operasyinê. Paşê her du kes sewqî dadgehê hatin û kirin û tevî 5 kesan hatin girtin. Diyan Saritaş, dayika Davût Saritaş behsa roja bûyerê kir.    'QÎRÎNA WÎ DIHAT MIN'    Dayik Saritaş, anî ziman ku bûyer ber destê sibehê çêbûye û saet di 3'yan de gelek wesayîtên zirxî hatine gund û eskeran nehiştiye kes ji malên xwe derkeve. Saritaş got: "Piştî çend saet, saet li dor heftê serê sibehê hatin mala me. Ên hatin esker bûn. Bang kirin gotin 'Bila Davût Saritaş tevî 3 kesên li malê derkeve derve.' Ez, kurê min û du torinên xwe derketin derve. Çawa em ji hundir derketin, çend eskeran berê çekên xwe dan nava kurê min û bi porê wî girtin û lêxistin. Paşê kurê min birin axurê li kêleka xênî. Wî dibirin ku lêdixistin. Qîrîna kurê min dihat min. Wê kêliyê em xistin hundir. Min xwest paceyê vekim û mêze bikim, lê nehiştin. Min hew deyax kir û min kir qîrîn û xwest biçim axirê ku kurê min xistinê. Lê du eskeran pêşiya min girt. Eskeran ji min re got, 'Tu biçî wir em ê te bikujin.' Ji bêgavî mam sekinî."    WÎ BIRIN DEVERA OPERASYONÊ    Dayik Saritaş, anî ziman ku gava kurê wî jia xur derxistine di nav xwînê de bûye û got: "Esker hatin li hundir geriyyan. Min pirsî bê ka kîjan fermandarê wan e. Min xwest pê re biaxivim, lê nehiştin. Cardin berê çekên xwe dan min û gotin, 'Tu bçî em ê te û kurê te tev de bikujin.' Paşê kurê min ji axur derxistin. Hingî lêxistibûn ser çav û serê kurê min û Abbas Kirmizitaş ku tevî wî hatibû binçavkirin, di nav xwînê de bûn. Derpîk û atlêtik li wan bûn. Wan bi vî awayî birin devera operasyonê. Em nizanin bê li wir çi qasî li wan xistine û îşkence kirine. Piştî çend saetan kincên kurê min lêkirin û di nav wê toz, telaz û xwînê de wî li wesayîtekê siwar kirin û acrdin anîn gund."    LI BER ÇAVÊ WÊ LI KURÊ WÊ XISTIN    Saritaş, diyar kir ku piştî bûyerê bi çend saetan kurê wê Davût Saritaş û Abbas Kirmiztaş birine qereqolê û got: "Gava birin qereqolê ne hiştine ne em ne jî parêzer wan bibînin. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Tenê doza edaletê dikim. Gava esker kesekî zevt bikin, ew kes çi qas sûcdar dibe bila bibe, divê li ber çavê dêya wî lênexin û îşkence nekin. Êdî bes e ji vê zilmê re. Kurê min bi derpîk ji cem me birin. Dewlet bi çi heqî çekê dispêre serê kurê min. Ma xwedê vê zilmê qebûl dike?"    BANGAWAZÎ   Dayik Saritaş bang li her kesî kir û got: "Êdî bila edalet çêbibe. Em hew dixwazin ev zilm li me bê kirin. Tu sûcê kurê min tune ye, lê ev tişt anîn serê wî."    MA / Mazlûm Engîndenîz