Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan 2021-08-06 09:07:28 DÎLOK - Sevînç Selçûk a ku di Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku du hefteye ava wan hatiye qutkirin û şekir, xwê û lîmonê nadin wan.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine destpêkirin, di roja 253'yan de didome.    Sevînç Selçûk a ku di 18'ê Tîrmeha 2020'î de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û di Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê de ye, telefonî malbata xwe kir. Selçûk, ragihand ku du hefte ye ava wan hatiye qutkirin û îdareya girtîgehê şekir, xwê û lîmonê nade girtiyên di greva birçîbûnê de.    ŞEKIR, XWÊ Û LÎMONÊ NADIN WAN   Dayik Muzeyen Selçûk, anî ziman ku ji roja ku keça wê hatiye girtin heya niha hevdîtina vekirî çênebûye û got: "An em bi telefonê bi hev re diaxivin an jî em diçin hevdîtina girtî. Di hevdîtina me ya dawî de, got du hefte ye ava wan hatiye qutkirin. Keça min û hevalên xwe niha di greva birçîbûnê de ne. Keça min, ragihand ku girtîgeh şekir, xwê û lîmonê nade wan. Bi kêfî nadin wan. Got, ava vexwarinê jî dikirin."    ‘XWARIN DI QIRIKA MIN RE NAÇE XWAR'    Dayik Selçûk, xwest daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin û got: "Qet nebe bila di dema greva birçîbûnê de wan rihet bihêlin. Keça min û hevalên wê, mafdar in ji bo daxwazên xwe. Ez naxwazim zirar bigihê keça min. Keça min di greva birçîbûnê de ye û ez her cara li ser sifreyê rûdinêm xwarin di qirika min de naçe xwar."    Têkildarî van îdiayan me telefonî girtîgehê kir. Rayedarên girtîgehê îdia red kirin û derbarê mijarê de tiştek negotin.    MA / Bariş Polat