Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin 2021-08-06 10:59:24   ŞIRNEX- Li Taxa Atakent a navçeya Hezexê 2 kes hatin binçavkirin.   Li taxa Atakent a girêdahî navçeya Hezex a Şirnexê vê serê sibehê polîsan li ser malan de girtin. Piştî lêgerîna di malan de Osman Şakar û Metîn Demîr hatin binçavkirin.   Şakar û Demîr ên hinceta binçavkirina wan nehat hînbûn, birin Midûriyeta Polîsan a Hezexê.