Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan 2021-08-06 14:14:51   AMED - Înîsîyatîfa Hunermendên Kurd têkildarî rewşa tenduristiya hunermend Xelîl Xemgîn ê bi vîrûsa koronayê ket, diyar kir ku rewşa wî baş e û tiştekî ku jê bitirsin tune ye.    Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd derbarê rewşa tenduristiya hunermend Xelîl Xemgîn ê bi vîrûsa koronayê ket daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Hûnermendan, diyar kir ku rewşa Xelîl Xemgîn baş e û wiha gotin: “Weke ku gelê me û hezkiryên wî jî dizanin, berî demekê me bi raya giştî re nûçeya ku hevalê me yê hunermend Xelîl Xemgîn bi vîrûsa koronayê ketiye parve kiribû. Em zanin ku gelê me, hezkiriyên wî, nas û dost, mereqa rewşa wî dikin û xema tenduristiya wî dikin. Ji roja ku bi vîrûsa koranayê ket û heya vê kêliyê em û malbata wî saet bi saet rewşa wî dişopînin. Em dixwazin bi we re parve bikin ku rewşa hosta Xelîl Xemgîn baş e, tiştekî ku cihê tirsêbe tuneye. Pêvajoya  giran bi hêza xwe û alikariya bijîşkan, heval û malbata xwe derbaskir. Em gelê xwe fam dikin, ji bo xemxwariya wan jî spas dikin. Em dixwazin vê jî bêjin, ji derveyî daxuyaniyên me yên fermî, yan jî ji malbata wî, tu agahîyên din ne cihê baweriyê ne.”