Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan 2021-08-06 15:16:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokoramê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de pêwendiyên navberda Îran û Herêma Kurdistan-Iraqê hatine gotubêjkirin.   Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Herêmê Rêwaz Faîq û çend wezîrên herêmê, ji bo tevlîbûna merasîma sûndxwarina Serokoramê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî duh çûbûn Tehranê.   Barzanî û şandeya pê re piştî merasîma sûndxwarinê, îro jî bi Îbrahîm Reîsî re hevdîtin pêk anî. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinan de li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Îran, Herêma Kurdistanê û Iraqê, rewşa giştî ya herêmê û pirsgirêkên ewlekariyê hatine gotubêjkirin.   Hat gotin ku di hevdîtinê de li ser mijara xurtkirina pêwendiyên dîrokî, bazirganî û ewlekariya sînoran hatiye rawestîn.