Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e 2021-08-06 15:42:32   ENQERE - Berdevkê Komîsyona Polîtîkayên Perwerdê ya HDP'ê Salîm Kaplan, îstifakirina Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçûk nirxand û ev tişt got: "Berpirsê esas ê qrîza perwerdeyê pergala Erdogan e. Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e."   Piştî îstifakirina Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçûk, bi biryara Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan Mahmût Ozer tayînî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî hat kirin. Berdevkê Komîsyona Polîtîkayên Perwerdê, Çand, Werzîş û Hunerê ya HDP'ê Salîm Kaplan, îstifakirina Selçûk nirxand û diyar kir ku ne îstifakirina  bi pêvajoya efûxwestinê re rû bi rû ne û wiha got: "Em ji dîrokê dizanin ku efû xwestin; sûcdar ji serdestan dixwazin. Efûxewestin bi Soylû dest pê kir. Ev jî nîşan dide ku em êdî bi pergala mirnişîniyê tên birêvebirin."   ERDOGAN  BERPIRS E   Di  berdewamê de Kaplan, destnîşan kir ku êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe û ev tişt anîn ziman: "Wê hemû neyînî bi îstifakirina  Ziya Selçûk neyên veşartin. Berpirsê esas ê qrîza Wezareta Perwerdehiyê pergala Erdogan e. Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e. Îzahkirina qrîzê ya bi  îro kêm û şaş e. Ev encama polîtîkayên dema Huseyîn Çelîk ên ji  zanîst, lîyaqet û ziyniyeta demokratî k dûr û avakirina neseleke oldar û  kîndar in.