Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir 2021-08-06 17:01:08   MÊRDÎN - Polîsan li navçeya Qoserê wesayîteke ku 3 jê zarok 6 kes tê de bûn gulebaran kirin. Di bûyerê de kes birîndar nebû û 2 kesên di wesayîtê de bi îdiaya “li dijî polîsan derketin” hatin binçavkirin.    Polîsên ku li noxteya li rex Amirtiya Trafîkê ya Herêmê ya navçeya Qosera Mêrdînê nobet digirtin wesayîteke ku 3 jê zarok 6 kes tê de bûn gulebaran kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Serokê Sîteya Galerîvanên Qoserê Tarik Bîrleşîk piştî ji kar derket ligel zarokên xwe yên temenê wan di nava 11-12’an, birazî, bira û xizmekî xwe li noxteya polîsan hat sekinandin. Di dema kontrola nasnameyan de wesayîtek bêyî bikeve noxteya kontrolê derbas bû.    HEQARET   Polîsan, xeber ji ajokarê wesayîta derbas bû re kirin. Polîsan, bi gotina “hûn çima wisa dinêrin?” li dijî Bîrleşîk û kesên li cem wî derketin. Pişt re Bîrleşîk ji polîsan re got xeber kirin ne rast e, li ser vê yekê polîsan heqaret û xeberên giran li Bîrleşîk kirin. Bîrleşîk, li ser gotina polîsan a “em dewlet in” bersiva “em jî welatî ne” da. Li ser vê yekê polîsan ji Bîrleşîk re bi gotina “Em dewlet in hûn keriyê kuçikan in, kuçik in” heqaretin giran kirin.      Piştî ku Bîrleşîk wesayîta xwe li aliyekî sekinand yek ji polîsan 6 dest gule berdan wesayîtê. 4 guleyên ku li wesayîtê ketin yekê jê depoya sotemeniyê ket û egzoz û lastîkên wesayîtê kun kirin.    Piştî bûyerê Bîrleşîk û birayê wî Ramazan Bîrleşîk bi îdiaya “li dijî polîsan derketin” hatin binçavkirin. 2 bira piştî îfadeyên li miduriyeta polîsan hatin wergirtin sewqî Edliyeya Qoserê hatin kirin.