ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-07 09:00:32 * Parêzer Rezan Sarica ku herî dawî 2 sal berê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkiribû, behsa hevdîtina dawî kir. Sarica, anî ziman ku pêşbîniyên Ocalan yeko yeko pêk hatine û got: "Tekane kesê ku pirsgirêka kurdî çareser bike û Tirkiyeyê ji vê rewşa heyî xelas bike, Ocalan e."  * Ji Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik ku di xebatên Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Hûner û Xwezayê ya Navneteweyî de digire, diyar kir ku wê sazî û dezgehên navneteweyî jî beşdarî bernameya xwe yên nîqaşên Îlonê bikin û banga tevlîbûna mîhrîcanê li welatiyan kir.    * Dayikan xwest daxwazên zarokên wan ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin û gotin: "Bila kes çav û guhên xwe negire."    * Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku sedema tahdeya mêran îqtidar e û got: "Ji bo kêmbûna tahdeyê, tişta elzem, em zimanê xwe biguherînin."    * Bijîşkan diyar kir ku îqtidar nikare pêvajoya pandemiyê bi rê ve bibe û divê polîtîkayên aşiyê bên guherandin.    * Li Serêkaniyê ya Rihayê ya nêzî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin kontrola TSK'ê de, zarokê 11 salî gava ji xwe re dilîst fîşekeke ku nehat hînbûn ji ku hatiye, li serê wî ketibû û birîndar bûbû. Zarokê 11 salî 71 roj in ji bo bijî li ber xwe dide.    * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 152'yemîn de dewam bike.   * MED TUHAD-FED, wê 1'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Tesîslerên Demîrok a navçeya Rezanê ya Amedê li dar bixe. (10.00)   * SYKP, wê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Yurda Xwendekaran a TMMOB'ê li dar bixe. (10.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, wê di çarçoveya kampanya "Ji Xizantiya Jinê re na" de, bi jinên Suryanî yên li navçeya Midyatê ya Mêrdînê re bên gelhev. (11.00-17.00)   * Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 854'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)    * Parêzvanên mafê mirovan li Enqere, Îzmîr û Stenbolê wê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş.(12.00-13.00)