Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire 2021-08-07 09:12:44   AMED - Dayikan xwest daxwazên zarokên wan ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin û gotin: "Bila kes çav û guhên xwe negire."    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hatine destpêkirin, di roja 254'an de didomin. Xizmên girtiyan, xwestin ji bo bidawîbûna tecrîdê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Nafiye Yîgît ku kurê wê Fethûllah Yîgît 10 sal in girtiye û di Girtîgeha Bandirma ya Tîpa E'yê de ye, anî ziman ku ji ber pandemiyê demeke dirêj e kurê xwe nedîtiye. Yîgît, bilêv kir ku kurê wê nexweş e, lê îdareya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê. Yîgît, destnîşan kir ku çendî zext û zorî hebin jî girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û got: "Girtî dibêjin, heya tecrîd neşikê di dev ji grevê bernedin. Ên di grevê de, ji bo hemû mirovan di grevê de ne. Tahde li wan tê kirin, heqaretê li wan dikin, wan nabin nexweşxaneyê. Kurê min 10 sal in beleheq girtiye û zarokên wî bêbav mezin dibin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin."    Yîgît ku got "em dixwazin dengê me bê bihîstin" got: "Bila kes çav û guhên xwe negire. Bila wekî haya wan jê tune ye, tevnegerin. Bila daxwazên me bên qebûlkirin. Kesên dibêjin em hiqûqnas in, hemû divê guh li van daxwazn bikin. Bila niha tevbigerin, dê sibê bi derengî bikeve. Çi dibe bila bibe, em li cem zarokên xwe ne. Bi salan e, me ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir û ji bo aştiyê me her tişt kir. Lê kesî daxwazên me qebûl nekir. Gava devê wan vedibe, xwîn ji devênw an dibare. Em hemû welatiyên vî gelî ne, em bi hev re dijîn. Me tu carî cihêkarî nexist nava kurd û tirkan. Em naxin jî. Ji lew re em dayik in. Hêsirên çavên me eynî ne."    JI BO TECRÎD BÊ RAKIRIN DI GREVÊ DE NE    Nazîme Yurek ku kurê wê Kenan Yurekê 23 salî di Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê de ye û kurê wê Ertan Yurek jî 10 sal in girtiye, anî ziman ku her du kurên wê ji ber ku bi salan e girtî ne, nexweşîn li wan peyda bûne û ji ber pandemiyê xweşikî zarokên xwe nabîne. Yurek, destnîşan kir ku tenduristiya tu girtiyî jî nebaş e û piştî greva birçîbûnê nexweşînên wan girantir bûne. Yurek got: "Girtiyan li dijî vê zilmê canên xwe dan ber mirinê. Ji bo tecrîd bê rakirin di grevê de ne. Hem ji bo Ocalan hem jî ji bo aştiyê cîhanê. Ji bo zext û zoriyên li ser Ocalan bi dawî bibin, Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe re bike di grevê de ne."    BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN    Yurek, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên berê jî û got: "Ji bo daxwazên me bên qebûlkirin em çûn ber AKP'ê. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin me dengê xwe bilind kir. Lê 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Em bi êrîşan re rû bi rû man. Eşyayên min çirandin, pehîn li ser dilê min xistin. Cardin jî min ew nedan ber dadgehê. Lê niha wan ez dame ber dadgehê. Em bê çek û bombe, tenê bi gotina xwe çûn, lê êrîşî me kirin. Bila niha heman tişt nebin, cenaze ji girtîgehan dernekevin. Bila daxwazên wan bên bihîstin."    ‘EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN'    Yurek, di dawiya axaftina xwe de got: "Em dayikên zarokên wan girtî û negirtî dibin yek û dixwazin dayikên tirk jî ji bo aştiyê destê xwe dirêj bikin. Em bi hev re aştiyê bînin vê axê. Me bidin ber dadgehan jî, êrîş jî bikin em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin."