Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide 2021-08-07 09:14:00 RIHA - Li Serêkaniyê ya Rihayê ya nêzî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin kontrola TSK'ê de, zarokê 11 salî gava ji xwe re dilîst fîşekeke ku nehat hînbûn ji ku hatiye, li serê wî ketibû û birîndar bûbû. Zarokê 11 salî 71 roj in ji bo bijî li ber xwe dide.  Li Taxa Bahçelîevler ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya nêzî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku niha di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, zarokê 11 salî H.Ç. gava li ber mala xwe ji xwe re dilîst, fîşekek ku nehat hînbûn ji kîjan aliyî de hatiye, li serê wî ketibû û birîndar bûbû. H.Ç. yê 11 salî 71 roj in ji bo bijî li ber xwe dide.    Gava H.Ç. birîndar bûbû, wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û piştî mudaxileya ewil wî rakiribûn Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Haranê. H.Ç., piştî 53 rojên li nexweşxaneyê di 20'ê Tîrmehê de hatibû tabûrcîkirin. Bavê wî Îbrahîm Ç., anî ziman ku kurê wî baş nebûye û fîşek hê jî di serê wî de ye û laşê wî tim disincire.    Piştî du rojan gava laşê H.Ç. pir disincire, bav Îbrahîm Ç. kurê xwe pêşî dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û paşê jî dibe Fakulteya Tibê ya Heranê. Bijîşk H.K. ku berê H.Ç. tabûrcî kiribû dibêje "Rewşa kurik baş e, ji bo sincirandina laş wî bibin ser bijîşkê zarokan" û cardin wî tabûrcî dike. ÎbRahîm Ç., kurê xwe bi wesayîta kirê dike cardin ji Rihayê dibe Serêkaniyê û piştî laşê H.Ç. pir disincire wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê. Li vir teşxîs tê danîn ku ji ber fîşeka di serî de enfeksiyon girtiye û zûzûka dest bi dermnakirina wî hatiye kirin. 4 roj berê ji ber ku rewşa H.Ç. pir xirab dibe, wî dixin unîteya beşa awarte.    H.Ç. hê jî di beşa awarte de ye.    Piştî vê bûyerê bav Îbrahîm Ç., dev ji karê xwe yê li şîrketa TIR'ê berdaye û ji bo tim nêzî kurê xwe be li Rihayê xanî û wesayît tev de kirê kiriye. Bav Îbrahîm Ç., tiştên di 71 rojan de hatine serê wan kir.    FÎŞEKÊN TÊN SERÊKANIYÊ    Îbrahîm Ç., anî ziman ku gava kurê wî li ber malê ji xwe re dilîst fîşek li serê wî ketiye. Bav Ç., ji bo tabûrcîkirina kurê xwe ya ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Haranê jî bilêv kir ku şaş e. Ç., bilêv kir ku ji ber ku kurê wî li malê enfeksiyon girtiye niha di beşa awarte de ye û ji ber vê derûniya malbatê nebaş e.    Ç., diyar kir ku li Serêkaniyê bûyerên bi vî rengî tim çêdibin û got: "Êdî ne şev a me şev e, ne jî roja me roj e. 71 roj in em nesax in. Tim ji wî aliyî fîşek tên Serêkaniyê. Piştî kurê min fîşek li hin kesên din jî ketin. Hat serê me, naxwazim bê serê hin kesên din. Dixwazim ev yek rojek berî rojekê bi dawî bibe."    FÎŞEK DI SERÊ WÎ DE YE   Bav Îbrahîm Ç., anî ziman ku ji ber ku betal maye, deyndar jî bûye û di warê aborî û manewî de perîşan bûne. Ç., got: "Her diçe rewşa kurê min xirabtir dibe. Dixwazim li nexweşxaneyeke baştir bê tedawîkirin. 71 roj in fîşek di serê kurê min de ye. Her roj li ber çavê me dihele. Tu sûcekî kurê min tune ye. Gava li ber mala xwe dilîst, fîşek li serê wî ket. Pirsgirêkên me her roj zêde dibin. Em dixwazin kurê min di şert û mrcine baş de bê dermankirin û baş bibe. Dixwazim kurê min cardin ji min re bibêje bavo."    ‘NEHÊLIN BIMIRE'    Bav Îbrahîm Ç. ji bo hesasbûnê bang li raya giştî kir û got: "Nehêlin kurê min bihele û bimire. Bawer dikim ku dê mirovên xêrxwaz guh li vê bangawaziyê bikin. Kesê tiştekî wisa nedixwest, lê çêbû. Rayedar ji bo tedawiyeke baştir divê gavina bavêjin. 71 roj qediyan û nizanim dê heya kengî wisa bidome. Halê kurê min ê berê tê ber çavê in, derûniya me nebaş e. Rewşa me ya aborî jî nebaş e ku em ji heq van pirsgirêkan derkevin."    MA / Emrûllah Acar