Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin 2021-08-07 11:25:20 WAN - Bi hinceta daxuyanî li dijî komkujiya nîjadperest a li Konyayê hat dayîn, derbarê Hevseroka HDP’ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de, dest bi lêpirsînê hat kirin.     Bi hinceta daxuyaniya di 31’ê Tîrmehê de, li ber navçeya Tetwanê li dijî komkujiya nîjadperest a li Konyayê hat dayîn, derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de, dest bi lêpirsînê hat kirin. Dirûşmeyên “Gelê Kurd ne raze, xwedî rûmeta xwe derkeve” û “Qatil AKP, hevkar MHP” weke sûc hatin dîtin.    Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê, bi hinceta sûcdariyên “Komar, neteweya Tirk û saziyên dewletê kêm xistin”, “Gel teşwîqî kîn û nefretê kirin” û “Li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşê derketine” derbarê Dûrsûn de, dest bi lêpirsînê kir.    Dûrsûn, duh çû Miduriyeta Polîsan a Bedlîsê û îfade da.  Dûrsûn, diyar kir ku krîmînalîzekirina daxuyaniya wan a di derbarê komkujiya Konyayê de nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo Kurdan eşkere dike. Dûsûn, da zanîn ku ew derbarê AKP’ê de dirûşmeyan davêjin, lê bi kêmxistina dewletê tên sûcdarkirin û wiha got: “AKP xwe weke xwediyê dewletê dibîne. Tifaqa AKP û MHP’ê her tim partiya me û saziyên Kurdan hedef digire. Li Konyayê 7 canên me qetil kirin. Dîsa  li Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kirin. Em ê hesabê vê zilmê ji we bixwazin. Ligel hemû zextan jî em li ser piyane. HDP partiyeke ji rêzê nîne. Partiyeke gele. Her roja diçe bi hêztir dibe. Her ku diçe kokên wê belav dibe. Ew çiqasê derbarê me de dest bi lêpirsînan bikin jî, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”