Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin 2021-08-07 14:10:56   ÊLIH - ÎHD û Xizmên Windayan aqûbeta Haci Ahmet Er ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirs kirin.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê, çalakiya xwe ya hefteya 489’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê li dar xistin. Malbatên windayan beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er ê di 15’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat kirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Metîn Yoksu, diyar kir ku ji bo lêkolîna heqîqetê û bi cih anîna edaletê divê komîsyonek bê avakirin.    ÇÎROKA WINDA   Yoksu, bal kişand ser çîrok Haci Ahmet Er û wiha got: “Di 15’ê Tebaxa 1995’an de, li gundê Kurudere, di operasyonê de şer derdikeve. Piştî şer esker bi ser gund de digirin. Kurê Hacî Ahmet Er, Adnan diçe gundê cîran Blêcan ji bo dîtina hêstirekê ku eşyayên xwe yên malê lê bar bikin. Adnan, di dema çûyînê de, dengê çekan di navbera du gundan seh dike. Ji ber vê malbat dikeve nava gumanan. Haci Ahmet Er û birayê xwe Haci Mirap Er, li du Adnan diçin gund. Eskerên derketine operasyonê du birayên hev Er binçav dikin û wan dibin qereqola Serêsêvê. Çend roj piştî bûyerê, Hecî Mirap Er ku îşkenceyên giran lê hatibûn kirin, bi şertê ku ji gund derkeve ji aliyê eskeran ve tê berdan. Lê birayê wî Haci Ahmet Er nayê berdan. Piştî vê bûyerê carek din agahî ji Haci Ahmet Er nayê girtin. Malbat piştî çend salan dozê vedike. Lê ligel hemû hewldanên malbatê jî tu encam nayê bi dest xistin. Haci Ahmet Er 26 salin winda ye. Aqûbeta wî hîna jî nediyare. Îro em pirsa aqûbeta Er dikin û dixwazin kujerên wî bên aşkerekirin û ceza kirin.”