Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin 2021-08-07 15:36:57   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Devrîm Ayik banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 361’emîn de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Înîsiyatîfê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de cih da girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne.    ‘AYIK JI SEDÎ 76 ASTENGDAR E’   Endama Lijneya Rêveberiya navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku Ayik ji bo ku tedawî bibe çar caran hat berdan û dûre dîsa hat girtin û wiha got: “Di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de ragihandiye ku av gelek bi rûne û jengar e, ji ber vê yekê nikare serê xwe bişo. Devrîm Ayik ji ber nexweşiya chron a giran di emeliyata ewil de 40 cm di emeliyata duyemîn de jî 60 cm rûviyê wî hatiye wergirtin. Di kontrola bijîşkan a 2’yê nîsana 2021’an de hatiye diyarkirin ku demildest tedawiya Ayik a bi derman û derziyê bê destpêkirin. Lê hatiye ragihandin ku têkildarî vê tu tişt nehatiye kirin. Wekî din di encama sala 2006’an de Ayik çavekî xwe windakiriye û rêjeya mîyop a çavê wî yê çepê jî derketiye 30 dereceyê. Ji ber jana serî di çavê wî dide dibe sedemê pêşketina kêm dîtina wî. Devrîm Ayik ji sedî 76 astengdar e.”     Çevîrmen, bang kir ku ji ber tedawiya Ayik li derve were kirin divê demildest bê berdan.