Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e 2021-08-07 15:46:51   COLEMÊRG - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê bi nûnerên rêxistinên civaka sîvîl ên Colemêrgê re civiya wiha got: “Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê pirsgirêkên heyî çareser nebin. Di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de mûxatap tenê Ocalan e.”   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya kampanya “Dema azadiyê ye” de, li Colemêrgê bi hêzên Ked û Demokrasiyê re civiyan. Bernameyê hevdîtinê li avahiya Platforma Şaxa KESK’ê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Şaxa KESK’ê ya Colemêrgê û gelek kes beşdarî civînê bûn.     TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li vir axivî û diyar kir ku desthilatdariya tifaqa AKP û MHP’ê ji bo ku serweriya xwe dewam bikin, sûcên giran dikin. Ozturk, bal kişand ser têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst û wiha got: “Li dijî desthilatdariya faşîst divê em xwe bi hêztir bikin û gavan bi hev re bavêji. Ger em bi hev re gav bavêjin, emê zûtir bigihêjin armanca xwe.   ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD    Ozturk, dest nîşan kir ku heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêk çareser nabin û ev bang kir: “Me pirsgirêka Kurd li her derê anî ziman. Tekane muxatabê vê pirsgirêkê birêz Ocalane. Birêz Ocalan berê jî her tişt bi fedekariyek mezin kir. Ji bo ku xwîn bê rawestandin, Tirkiye demokratîk bibe, divê hemû sazî û dezgeh rolê xwe bi cih bînin. Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê pirsgirêkn demokrasî û hiqûqê jî çareser bibin.”    HEWLDANA OCALAN A ÇARESERIYÊ   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, diyar kir ku birêz Ocalan dixwaze ku pirsgirêk Kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Aydenîz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dewlet û desthilatdariyê, ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, polîtîkayên şer li dijî Kurdan birêve bir. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze bi înkarkirina pirsgirêka Kurd, pergala xwe ya dîktatoriyê ava bike. Desthilatdariyê di salên 90’î de gelek komkujî pêk anîn. Îro dixwazin vê komkujiya li ser Kurdan zêde bikin. Li çar aliyên Kurdistanê şer dewam dike. Li Tirkiyeyê , potîkayên, dijminantiya Kurdan û êrişên nijadperest dewam dikin. Divê me li dijî vê bibin yek û peywira xwe bi cih bînin.”   Civîn dûre ji çapemeniyê re girtî dewam kir.