ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin 2021-08-07 16:03:57   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 489’emîn a Rûniştina F de xwest ku girtiyê nexweş Ahmet Çakal ê gelek nexweşiyên wî hene were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiya “Rûniştina F” a 489’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online li dar xist. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ahmet Çakal ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Şakrana Îzmîrê dimîne. Daxuyanî endama Komîsyona Girtîgehê Nûray Şîmşek xwend.    Şîmşek, diyar kir ku şûna ku bê cudatî gihiştina mafê tenduristiyê yê girtiyan pêk bînin ji derveyî rewşên lezgîn xizmeta tenduristiyê tê astengkirin û destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş girtigeh vegerîne malên mirinê.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Şîmşek, da zanîn ku gelek nexweşiyên Çakal ên weke varîs, fitiqa stû, gastrît, alerjî, kîstên yax, nexweşiya şekirê, amfîzem, mezinbûna prostatê hene û bi lêv kir ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ataturk a Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê teşhîsa pênceşêra mîdeyî danîye ser Çakal ê ji ber werimîne laşê xwe çûye nexweşxaneyê.    LI GEL RAPORÊ JÎ RED KIRIN   Şîmşek, anî ziman ku nexweşxaneya Çakal lê tedawî dibîne weke “di pêvajoya kemoterapiye de guncav e ku cezayê wî were taloqkirin” rapor dayê û bi bîr xist ku Saziya Tiba Edlî (ATK) jî weke “ku infaza wî were taloqkirin” nêrîna xwe ragihandiye. Şîmşek, da zanîn ku li gel rapora ATK’ê jî dozgeriyê bi hêceta ku “ji bo ewlehiya civakê xetere ye û îtîrafkarî qebûl nekiriye” daxwaza taloqkirina înfazê red kiriye û wiha got: “Îtîrazê biryarê hatiye kirin lê dadgeha înfazê jî red kiriye. Mafê jiyan û tedawiya Ahmet Çakal xistine xetereyê.”   ÇÛYÎNA NEXWEŞXANEYAN EZIYET E   Şîmşek, da zanîn ku li gorî agahiyên parêzerê Çakal dan ji ber kemoterapiyê çûyîna nexweşxaneyê ya Çakal a bi wesayîta rîngê xeter e û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de her çûyîna çakal a nexweşxaneyê vedigere eziyetê.    Şîmşek, weke parazvanên mafên mirovan di kesayeta girtiyên nexweşê giran Çakal de ji bo mafên jiyan û tenduristiyê yê hemû girtiyê nexweş were parastin rayedar vexwendin ser peywîrê û bang kirku Çakal û hemû girtiyên nexweş bên berdan.