ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan 2021-08-07 16:23:27   ÎZMÎR - Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest ku girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne were berdan.   Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat (24) ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne, li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Daxuyaniya ku endam û rêveberên ÎHD’ê beşdar bûn pankartên “Girtiyên nexweş ên giran dimirin bêdeng nebe” û “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc dimirin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de rêveberê ÎHD’ê Muhammed Guneş axivî.    Guneş, diyar kir ku mafên tenduristiyê yê Polat ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin û wiha got: “Nexweşiya KOAH, a dil, penceşêr û rîska derbaskirina felcê heye. Dema bi rê ve diçe lingê wî yê rastê di tevize û lingê xwe yê çepê jî bi erdî re kaş dike û bi rê ve diçe. Wekî din ligel pêwistiya wî ya tedawiya hîpofîz hormonê heye jî tedawiya wî nayê kirin.    Guneş, bang li rayedaran kir ku li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî berpirsyartiya xwe bi cih bînin û xwest demildest Polat were berdan.