Bavê Kişanakê hat veşartin 2021-08-07 16:16:27   XARPÊT - Cenazeyê bavê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Lutfî Ozer li gundê Sûn hat veşartin.    Bavê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak a ku qeyûm tayînî şûna hat kirin û ji peywîr girtin û dû re hat girtin Lutfî Ozer, duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ozer îro li Mala Cemê ya Ehlîbeyt a Taxa Fevzî Çakmak a Xarpêtê merasîma cenaze hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Alîcan Onlu, Hişyar Ozsoy, Fatma Kûrtûlan, Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên Meclîsa Partiyê (PM), hevserokên partiyê yên Amed, Xarpêt û Dersimê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn.    KIŞANAK BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛ   Gulten Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî dimîne, di encama hewldanên parêzeran de, ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe, anîn Xarpêtê. Kişanak a serê sibê birin mala malbata wê pişt re anîn mala ceme. Eskeran di merasîma mala cemê de dîmen girtina rojnamevanan asteng kirin.    CENAZE VEŞARTIN   Piştî ku wacîbeyên olî li vir bi cih anîn, cenaze ji vir birin gundê Sûn ê girêdayî navendê û cenaze li Goristana Koca Seyît hat veşartin.