TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê 2021-08-08 09:02:00 STENBOL - Endama Desteya Rêvebir a TOHAV'ê Ayşe Bîngol Demîr ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Komîteya Konseya Ewropayê da, got: "Heger komîte bi awayekî cuda nêzî Ocalan nebe, dibe ku dosye cardin biçe DMME'yê."    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan, di 29'ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayayê dan ji bo biryarên binpêkirinê yên têkildarî "cezay muebeda giran" daxilî nav rojeva xwe ya lezgîn bike.    Endama Desteya Rêvebir a Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Parêzer Ayşe Bîngol Demîr, têkildarî serlêdanê de axivî.      Demîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên girîng ên hiqûqa ceza û rejîma înfazê ya ceza cezayê muebeda giran û awayê pêkanîna wê ye. Demîr, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wekî Ocalan nêzî hezar girtî hene. Demîr, bilêv kir ku Tirkiye derbarê kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn agahiyan parve nake û ev yek bi pêvajoya Rewşa Awarte re pir zêde bûye. Demîr got: "Ev meseleyeke pir girîng e. Derbarê vê de biryarine girîng ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Ev cezayên muebeda giran ên Tirkiyeyê di çarçoveya muameleya xirab a di xala 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ên nirxandin. Lewma tê xwestin Tirkiye di çarçoveya van biryaran de hin gavan bavêje."    4 BIRYARÊN BINPÊKIRINÊ    Demîr, diyar kir ku ji bo ku Tirkiye gavina bavêje, rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên heq û hiqûqê bi awayekî cidî têdikoşin û 4 biryarên DMME yên di vî warî de rêz kirin: "Yek jê biryara 'Ocalan-Tirkiye' ye. Ev biryar di Adara 2014'an de hat dayîn. Biryara teqezbûyî jî di Cotmeha 2014'an de bû. Paşê hin biryarên din jî hatin dayîn. Biryara Kaytan heye, di Kanûna 2015'an de teqez bû. Di Adara 2016'an de biryara Gûrban heye. Di Adara 2019'an de jî biryara Boltan heye. Gava ev her çar biryar hatin dayîn, li Tirkiyeyê ferasetek wisa hebû; dê tazmînat bê dayîn û pêvajo bi dawî bibe."    ÇIMA SERLÊDAN HAT KIRIN?    Demîr, destnîşan kir ku di biryara 'Ocalan-Tirkiye'yê de, cezayê muebeda giran ê dadgehê bir, li 'dijî xala 3'yan e' û piştî vê diviyabû Tirkiye vê biryarê di ber çavan re derbas bikirana. Demîr, anî ziman ku yê ku vê kontrol jî dike komîte ye.    TIRKIYE BIRYARAN PÊK NAYNE    Demîr, bibîr xist ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û di heman demê de îmze daniye peymanên mafên mirovan, lê belê di warê mafên mirovan de li gor welatên din ên di konseyê de pir paşdemayî û qels e. Demîr, diyar kir ku ji welatên ku herî zêde DMME'yê derbarê wê de biryarên binpêkirina mafan daye yek jê jî Tirkiye ye û got: "Li ber konseyê gelek dosye hene ku divê Tirkiye wan îcra bike. Di nav van dosyeyan de ên girîng ên binpêkirinên mafan e."    NÊZÎKATIYEK CUDA    Demîr, destnîşan kir ku nêzîkatiya komîteyê ya ji bo vê komê, li gor ya komên din cuda ye û got: "Di nav vê komê de, biryara li pêş ya Gûrban e. Di biryareke li pêş de, komîte pirsgirêka pergalê qebûl dike. Ev xaleke girîng e. Komîte, hay jê heye ku rejîma înfazê ya girankirî ya Tirkiyeyyê bipirsgirêk e û ji bo çareserkirina wê divê gav bên avêtin."    DIVÊ DAXILÎ NAV ROJEVÊ BIBE    Demîr, da zanîn ku sê mehan carekê civînên mafên mirovan ên Komîteya Wezîran hene û di ajandaya wê de ev biryar jî hene. Demîr, bilêv kir ku salê carekê be jî tê payin ku komîte van biryaran daxilî nav rojeva xwe bike û got: "Piştî ku komîte daxilî nav rojeva xwe dike, haya hikûmetê jî jê çêdibe. Her wiha haya saziyên civaka sivîl ên ku van dozan dişopînin jî jê çêdibe. Lê tişta em di vê komê de dibînin ev e; Komîteya Wezîran vê komê daxilî nav rojeva xw enake. Lê vê pêvajoya kontrolkirinê di têkiliyê dualî û pêwendiyên yek bi yek de didomîne. Yek ji daxwazên di vî warî de jî êdî divê Komîteya Wezîran dema borî esas bigire û van dosyeyan bi awayekî rêk û pêk daxilî nav rojeva xwe bike."    TU GAV NEHATINE AVÊTIN   Demîr, destnîşan kir ku ya ku biryarên DMME'yê dişopîne komîte ye û gava welat biryara hatiye dayîn pêk nene, komîte serî li hin rêyan dide. Demîr, anî ziman ku yek ji van rêyan jî ew e ku dosyeyê daxilî nav rojeva xwe bike û got: "Heger ji Tirkiyeyê daxwaz bikin, ev jî tê wateya gavekê. Li Tirkiyeyê li çend kesan cezayê muebeda giran girtine yan jî cezayê çend kesan hatiye înfazkirina? Biryarên dijberî van kesan de hatine dayîn, kengî hatine dayîn? Di vî warî de daneyine zelal tune ne. Diviyabû ev dane ji bo saziyên civaka sivîl û gel bihatana aşkerekirin, lê nayên aşkerekirin. Komîte dikare doza vê bike. Her wiha divê planekê jî berpêş bike ku dê Tirkiye kengî vê biryarê pêk bîne. Berê piştî biryara Ocalan, Tirkiye planek berpêş kiribû, lê tê de derbarê pêkanîna biryara dadgehê de gaveke berbiçav tune bû. Tirkiye tu gav neavêtine."    DIBE KU DOSYE JI DMME'YÊ RE BÊ ŞANDIN    Demîr, destnîşan kir ku divê komîte gavina bavêje û got: "Heger Tirkiye di neînfazkirin an jî di nebicîanîna van biryaran de israr bike, heya guherandina qanûnê jî dikare israr bike. Gava ev pêk neyê, Tirkiye biryareke navberê dide. Vê jî bi zimanekî zehmet. Gava vê nene cî, serokê konseyê sekreterê wê yê giştî, rasterast pêwendiyê bi Tirkiyeyê re datîne. Name dinivîse. Yanî bi zimanekî dîplomatîk, rewşê di aleyha Tirkiyeyê de giran dike. Her wiha rewşekegiran heye. Konsey, di çarçoveya xala 46'an a PMME'yê de cardin dikare dosyeyê ji DMME'yê re bişîne. Û ji dadgehê dixwaze bê ka welat berpirsiyarên peymanê bi cî anîne yan na. Ji vê re prosedura binpêkirinê tê gotin. Di 29'ê Gulana 2019'an de biryara Ilgar Mammadov heye. Ev, biryara ewil bû, derbarê rewşê de. Dosye cardin hat komîteyê. Hê komîte nîqaş dikir, Azerbêcan hin gav avêtin."    Demîr, anî ziman ku hê ev rê ji bo Tirkiyeyê pêk nehatiye û demildest divê ev daxilî nav rojevê bibe. Demîr, destnîşan kir ku ev rewş dikeve nav "mafê hêviyê" û ji bo ku Tirkiye vê pêk bîne, divê qanûnê biguherîne. Demîr got: "Em ferz bikin Tirkiye qanûn guherand û ev daxilî nav qanûnê kir. Bes ne biguherîna qanûnê, divê ev maf bê bikaranîn jî."    HERÎ KÊM HEZAR KES   Demîr, destnîşan kir ku vê mueyîdeya li ser Ocalan nayê qebûlkirin û got: "Heger ev ji ber nasnameyya Ocalan be, nexwe divê bi sedan heta bi hezaran mirovên tesîr ji vê girtine jî esas bên girtin."    GIRÎNGIYA PIŞTGRIYA GEL    Demîr, diyar kir ku dê serlêdana ku kirine bişopînin û ji bo komîte tevbigere çi ji destê wan bê dê bikin. Demîr ji bo vê û esas girtina vê serlêdanê bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel jî.    MA / Mehmet Aslan