Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran 2021-08-08 09:04:58 AMED - Di ser koça hunermend Aram Tîgran re 12 sal derbas bûn. Hunermendan got: "Niha dibe ku bi bedena ne di nav me de be, lê bi muzîka xwe dijî."    Di ser koça hunermend Aram Tîgran re 12 sal derbas bûn. Tîgran ku di 55 salên xwe yên muzîkê de 14 kaset çêkirin, di sala 2009'an di dema Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 8'an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de nerihet bû û di 8'ê Tebaxa 2009'an de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Çendî Tîgran wesiyet kiribû ku cenazeyê wî li Amedê bê definkirin jî, lê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeê nehiştibû û li Burukselê hatibû definkirin.    Hunermendan bi boneya salvegera koça Aram Tîgran de, behsa wî kirin.   ‘BÛ DENGÊ KURDAN'    Ji dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê Sidîqê Farqînî (Sitki Baran), diyar kir ku Aram Tîgran di muzîka kurdî de xwedî rol û risteke pir girîng e û got: "Hunermendekî pir bandorker bû. Bavê Tîgran ev wesiyet lê kiriye; kurdan em ji Komkujiya Ermeniyan xelas kirin, heya tu jî sax bî gere tu bi hunera xwe ji bo wan bitêkoşî. Lewma em hem qîmetê didin wî hem jî didin hunera wî. Di muzîka kurdî de xwedî cihekî mezin e. Li ser têkoşînê stran gotin. Ermenî bû, lê bi piranî bi kurdî stran gotin. Bû dengê kurdan. Ji hunermendên kurd bêtir doza û têkoşîna kurdan anî ziman. Lewma ji bo me pir mezin û hêja ye."    'BI MUZÎKA XWE DIJÎ'   Farqînî, got: "Dixwest li Amedê bê definkirin, lê nehiştin. Bi wê hesretê ma. Heya ji destê me bê divê em ji bîr nekin û tim bînin zimên. Divê hunera wî li erdê nemîne. Divê ciwanên me hunera wî bidin ser milê xwe û nehêlin winda bibe. Divê tim bê guhdarîkirin û armanca wî pêk bînin. Belê, diha dibe ku ne di nav me de be, lê bi muzîka xwe dijî."    'MÎNAKA BERXWEDANÊ'    Hunermend Mehmet Atli jî anî ziman ku Tîgran xwedî repertuareke berfireh bûye û got: "Xwedîderketina wî ya li zimanê kurd, dibe ku di warê dîtina netewperestiyê de biproblem be, lê di şertên awarte de, gava wekî çîrokên mirovên asayî bê mêzekirin, Aram mînakeke berxwedanê ye."    Atli, diyar kir ku gotina Aram ku gotibû "Ji destê min bê ez ê hemû çekan bikm tembûr" gotineke pir girîng û cihê îlhamê ye ûg ot: "Wekî manîfestoyeke aştiyê ye. Bi awayekî sade bi muzîkê re jiya. Me li kulîsekê hev nas kir û got ez stranên te diecibînim. Ev yek, ez kêfxweş kirim. Gotibû bi şeş ziman dizane û xwedî helwesteke mirovekî cîhanî bû. Bi ya min ev girîng in û di wesfê dersan de ne."   'ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ'    Atli, di berdeamiya axaftina xwe de anî ziman ku mîratgirê muzîka Tîgran in û got: "Ji peywirekê wêdetir, ez dibêm mirov bibêje îlham çêtir e. Huner, qada hilbijartinên takekesî ya azad e. Lê kesên muzîka gerdîşî esas digirin, dê gelek tiştan ji Tîgran hîn bibin. Ez hîn bûm û hîn dibim. Ez ji şîrovekirina stranên Aram hez dikim. Her wiha ez helwesta malbata wî ya di vî warî de jî tebrîk dikim û malavayiya wan dikim."    MA / Eylem Akdag