Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand 2021-08-08 16:15:52 ENQERE - Serpîl Dedeogûllari ya li Konyayê di êrişa nijadperest li dijî malbata xwe de jiyana xwe ji dest da, 28 roj berî komkujiyê peyam ji Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû re şand û alîkarî xwestiye.    Parêzerê malbata Dedeogûllarî ya Qersî ku di 30’ê Tîrmehê de, ji aliyê Mehmet Altûn ve li Taxa Hasankoy a navçeya Meram a Konyayê hat qetilkirin Abdurrahman Karabûlût, ragihand ku Serpîl Dedeogûllarî, berî komkujiyê ji Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû re peyam şandiye û alîkarî xwestiye.   Karabûlût ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da, wêneyên peyama Serpîl Dedeogûllarî ya ji hesabê xwe yê Facebookê ji Soylû re şandine, parve kirin. Karabûlût, di parvekirina xwe de wiha got: “Hemû daxwazên me yên parastin û girtinê hatin redkirin. Girtî serbest hatibûn berdan. Muwekîla min Serpîl Dedeogûllari ya ku hîs dikir wê komkujî çêbe, li ser hesabê xwe yê Facebookê di 2’yê Tîrmehê de ji Suleyman Soylû alîkariyê dixwaze.”    PEYAMA KU JI SOYLÛ RE ŞAND   Parêzer Karabûlût, diyar kir ku Çetîn Dedeogûllarî berî komkujiyê ev peyam ji wî re şandine. Di wêneyên Karabûlût parvekirin de, Serpîl Dedeogûllarî wiha daxwaza alîkariyê ji Soylû dike: “Min ji her derê re nivîsand, lê min nekarî dengê xwe bidim bihîstin. Ji kerema xwe bi kêmanî hûn bibin alîkar. Ez her dem amade me ku biaxivim. Ez li Merama Konyayê dijîm.”