Li Elkê mirina biguman a zarokekê 2021-08-08 16:21:20   ŞIRNEX - Li gundê Pîrosa yê navçeya Elkê, hat angaştkirin ku zaroka 17 salî dawî li jiyana xwe aniye.      Li gundê Pîrosa yê navçeya Elkê ya Şirnexê, hat angaştkirin ku zaroka bi navê N.Y. (17)  ku bi malbata xwe re dijiya îro serê sibehê întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye. Li gorî angaştê, piştî ku malbat pê dihese cenazeyê N.Y. ji bo otopsiyê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.