Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran 2021-08-08 16:44:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Du ciwanên ku xwestin ji Qamişlo derbasî Nisêbînê bibin û li ser sînor hatin binçavkirin, leşkeran îşkenceyên giran li wan kirin.    Ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, du komên ji 24 kesan pêk hat xwestin duh bi şev saet 00.00'an derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bibin. Lê her du kom rastî êrişa eskeran hatin. Du kesên bi navê Ê.Ê (34) û N.H. (14) ên li aliyê eskeran ve hatin binçavkirin, bi awayekê giran hatin îşkencekirin. Her du kesan, diyar kirin ku eskeran dûre ew ji dîwarên sînor ê 4-5 metre bilind, avêtine xwarê.   Ê.Ê, îşkenceya ku li wan hat kirin ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re vegot. Ê.Ê., diyar kir ku eskeran piştî bi çekan êrişî wan kirin, binçav kirin û wiha got: "Gule bi ser me de berdan. Me xwe avêt erdê. Dûre me girtin. Em li wesayîtê siwer kirin û birin qereqolê. Li vê derê herî kêm 10 eskeran li me xistin. Bi botên xwe, bi xurtim, dûre bi dar û hêsanan li me xistin. Nêzî 3 saetan li me xistin. Piştî îşkenceyê em li ser hişê xwe çûn. Eskeran dûre ava ser bi ser me de kirin û em hişyar kirin. Canê me di nava xwînê de hiştin.   Di wêne û dîmenên ku ANHA'yê kişandine de jî, tê dîtin ku 2 kes ji ber îşkenceyê ser, sing û milê wan birîndar bûne û di gelek cihên laşê wan de şopên hesin hene.   Di dewama nûçeyê de, hat diyarkirin ku zaroke 11 salî û jinak 25 salî rastî tecawîza eskeran hatine.