Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir 2021-08-08 19:14:08   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo sersaxiyê serdana malbata Dedeogûllari kir. Xizmên malbatê gotin ku kesên bûyerê ber bi cihên cuda ve dikişînin û dixwazin serê bigirin kesên welat bi rev dibinin.      Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo sersaxiyê serdana malbata Dedeogûllari ku 7 ferdên wê li navçeya Meram a Konyayê hatibûn qetilkirin kir.    'DIVÊ WALÎ Û MIDURÊ POLISAN ÎSTIFA BIKIN'   Gergerlîoglû, beriya serdana xwe ya malbatê serdana parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût kir û têkildarî lêpirsînê jê agahî girt. Karabûlût, ji Gergerlîoglû re ragihand ku rexmî hişyariyen wan jî tevdîr nehatine girtin û di encamê de komkujî li ber çavan pêk hatiye û pirs zelal li holê ye ku êriş ji ber sedemên nîjadperestî pêk hatiye. Gergerlîoflû jî got ku divê Walî û Midurê Polisan ê Konyayê îstifa bikin û ev tişt got: "Tenê bi îstifakirinê jî xelas nabin. Bêberpirsyariyeke mezin heye. Li aliyê din çawa çêdibe ku Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê nayê Konyayê? Divê ev komîsyon bêalî be û bi mexdûran re hevdîtin bike."    'JI BER KURDBÛNA XWE HATIN QETILKIRIN'   Piştre Gergerlîoglû derbasî konê sersaxiyê bû û serdana xizmên malbata Dedeogûllari kir û şahidên komkujiyê guhdar kir. Xizmên malbatê ev tişt gotin: "Kekê min digot, 'Diçûn û tên gef li min dixwin û dibêjin, ev kurd in em ê wan ji vir rakin, dewlet li pişt me ye'. Niha 7 canê me ji me birin. Ji ber ku em rastiya bûyerê vedibêjin dixwazin me bişînin girtîgehê. Ev mirov ji ber kurd bûn hatin kuştin."   'KESÊN HEWL DIDIN SER BÛYERÊ BIGIRIN KESÊN WELAT BI RÊ VE DIBININ'   Ji xizmên malbatê Halîs Boran, wiha axivî: "Tişta ku zora me diçe neparastina dewletê ya van mirovan bû. Her roj gef li Yaşar Dedeogûllari dihat xwarin. Dihat gotin, 'Tu yê van deran bifiroşî û biçî'. Dibêje wê mirov min bikuje parastvan didin aliyê hember. Dewleteke wiha dibe? Niha jî dibêjin, 'Bûyerê ber bi cihekî din ve nekişînin'. Kesên ku bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin û dixwazin serê bigirin ew bixwe ne, yanî kesên welat bi rê ve dibin."