'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe' 2021-08-09 09:03:02   STENBOL - Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak, diyar kir ku nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe û bal kişand ser girîngiya piştevanî û rêxistinbûna li dijî nîjadperestiyê.   Gotinên nîjadperest û cihêkar ên li dijî penaberan bi zêdebûnna penaberên afgan re careke din zêde bûn. Neyartiya li dijî penaberan ku ji polîtîkayên cihekariyê yên li dijî kurdan xwedî dibe, ji aliyê desthilatê û partiyên muxalefetê ve tê sorkirin. Her wiha penaberên ku weke hêza kar a erzan tên bikaranîn, bi tirsa bên vegerandin dijîn û li dijî Ewropa weke koz tên bikaranîn timik ji aliyê desthilat û muxalefetê ve bi rêya çapameniyê hedef tên nîşandan. Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan û Endamê Meclisa Koç û Penbaran a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yûsûf Ak, têkildarî nîjadperestiya ku li penaberan tê kirin axivî û got ku neyartiya li dijî penaberan ji polîtîkayên nîjadperest ên li dijî kurdan xwedî dibe.   HEMAN ÇAVKANÎ   Yûsûf Ak, diyar kir ku nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe û wiha got: "Pergala dewleta neteweyî ku bi nasnameya bilind a tirk hatiye hatiye avakirin mixabin destûr nade ku nasnameyên din bi xweserbûna xwe hebin. Dema ku gel li dijî vê pişaftinê dertên bi sirgûnê re rû bi rû dimînin. Partiyên muxelefetê bi gotinên "welat ji dest diçe" û "Leşkerên me li Sûriyeyê şer dikin" dijberiya li dijî penaberan xwedî dikin. Ji ber berberiya di navbera xizanan de penaber  weke hêza erzan a kar neçar dimînin ku bixebitin. Ev jî wan dike hedef. Li aliyê din sermayeya kurewî jî li ser neketina welat qrîzê hildiberîne û serî li polîtîkayên ewlehiyê didin. Ji bo vê mirov dikare lêkirina dîwarê betonê yê di navbera Kurdistana Îranê û Wanê de mînak nîşan bide."   KOZA PENABERAN   Ak, bal kişand ser polîtîkaya vekirina derî ya ji bo penaberan û têkildarî mijarê ev tişt got: "Ji bo penaberan qala biratiya ummetê tê kirin û nirxên gel ên baweriyê tên siyasîkirin. Keda penaberan tê xwarin. Ji bo ku ji Yekitiya Ewropa fon bigirin polîtîkayên xwe ferz dikin û penaberan weke koz bi kar tînin. Ev rewş durûtî ye. Divê ku şaredarî bêyî cihêkarî xizmeta xwe pêşkêş bikin. Divê rêxistinen penaberan li Boluyê xebatan bikin. Ji bo ku li Bolûyê tundî rewa nebe divê em bikevin nav hewldanan. Penaber weke sedema her pirsgirêka civakî tên dîtin. Ji ber ku siyaseta alternatîf a yekitiya gelan peşkêş bike nayê hilberandin gel penaberan weke gunehkar dibîne."   PISGIRÊKA KURD   Di berdewamê de Ak, destnîşan kir ku heta ku rastiya kurdan re hevrûbûn çênebe wê neyartiya li dijî penaberan zêde bibe û wiha axivî: "Me dema çareseriyê de dît ku xebatên ji bo qebûlkirina rastiya kurdan bû sedem ku mirov bi zimanê xwe biaxivin. Lê ji ber bidawîbûna pêvajoyê ya yekalî em hemû zehmetiyên polîtîkayên ewlehiyê dikişînin. Nebûna statuya penaberan bi awayekî neyînî bandor li jiyana wan dike. Divê şerha sînorê erdnîgariyê bê rakirin û statuya penabertiyê bidin penaberan. Di salên dawîn de ji ber zêdebûna penaberan wê nîqaşa bîrdoziya nîjadperestiyê bêtir bê kirin. Em ê hewldanên xwe yên ji bo jiyaneke azad, wekhev, bêsînor û bêkedxwarî bidomînin."   MA / Kadîr Guney