‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye' 2021-08-09 09:04:49   ANTALYA - Endamê Meclisa Ekolojiya HDK'ê ya Antalyayê Îsmet Papîla, diyar kir ku şewatên daristanan li ber çavan çêbûne û got ku şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ne.   Li gorî daxuyaniya Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemîrlî, di navbera 28'ê tîrmehê û 5'e tebaxê de li 44 bajaran 197 şewatên daristanan derketine û 187 ji wan hatine kontrolkirin. Yek ji bajarên ku şewata daristanan lê dest pê kir û herî zêde jê bi bandor bûye Antalya ye. Şewatê di 28'ê tîrmehê de dest pê kir û di roja 10'an de hat kontrolkirin. Destpêkê şewatê li navçeya Manavgatê dest pê kir û derbasî Gundogmûş, Aksekî, Îbradi û Alanyayê bû. li bajar 21 şewatên daristanan çêbûn. Tenê li Manavgatê 33 tax ji şewatê bi bandor bûn. Ji ber şewatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 704 kesî jî rakirin nexweşxaneyan. li gorî tespîtên xesaran ê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê li Manvgatê 2 hezar û 300 avahiyan xesar dîtiye. Li Alanyayê jî li 3 tax û zozanekî 107 malan xesar dîtiye.    DIHAT ZANÎN KU WÊ ŞEWAT DERKEVIN   Endamê Meclisa Ekolojiya HDK'ê ya Antalyayê Îsmet Papîla, têkildarî şewatên li bajar axivî û diyar kir ku ji sala 2019'an ve dihat zanîn ku wê şewat derkeve û wiha got: "Rêxistina Meteorolojî ya Dinyayê, beriya çend salan dema şewatên daristanan ên Avûstûralyayê bal kişandibû ser asta gurmbûna kurewî. Hatibû gotin ku wê germbûna hewayî li deverên cuda bibe sedama şewatên daristanan. Ev rewşeke ku dihat zanîn bû. Li dijî vê gelekj welatan bergirî girtin lê li Tirkiyeyê qet tevdîr nehatin girtin. Ev şewat li ber çavan pêk hatiye. Şewata daristanan rewşeke polîtîk e. Daristan girêdayî hirsa karê ya pergala kapîtalîst in."   DI NAVBERA HERÊMAN DE COTSTANDARTÎ HEYE   Papîla, destnîşan kir ku li dijî agirê daristanan refleksa mudaxaleyê ya dewletê tune ye û wiha axivî: "Hikûmet niha nizane ku çi bike. Piştî 5 saetan mudaxaleyî şewata li Manavgatê kirin. Li holê dewlet tune bû. Li holê saziyeke rêxistinkirî tune bû. Li dijî vê û rewşên mîna vê tu tecdîr nehatine girtin. Heta ku agir bigihîje qesra Serokkomariyê wê bidome. Gelek tevgerên ekolojiyê jî li şûna sedem û asta şewatan bi spekulasyonên piştî daristanan çêbûne re mijûl  dibin. Mudaxaleya dewletê ya li şewatên Tirkiyeyê û li bajarên kurdan pir ji hev cuda ye. Gelek tevgerên ekolojîk şewatên li Kurdistanê nabînin. Lê şewatên li Tirkiyeyê weke bobelateke neteweyî dinirxînin. Lê me dît ku dewletê mudaxaleya şewata li Dersimê asteng kir."   ENCAMA KAPÎTALÎZMÊ   Di dawiya axaftina xwe de papîla ev nirxandin kir: "Nêzikbûna ji bo şewatên darisanan a "Eleqeya wê bi siyasetê re tune ye tenê pirsgirêkek hawirdorê ye" ne rast e. Di wateya rasteqîn de şewata daristanan helwesteke siyasî û encama kapîtalîzmê ye. Faşîstên ku vê veguherandin firsendê jî nobetên biçek girtin. Niha li dinyayê bi pîleya 3 germbûna kurewî heye. Divê em li ser vê biponijin."   MA / Omer Akin