Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî 2021-08-09 15:18:52   MÊRDÎN - Gevriye Sari yê li gundê Badîbbe yê Nisêbînê dijiya, li mala xwe bi awayekî kuştî hat dîtin.    Welatiyê suryanî Gevriye Sari yê ku li Gundê Badîbbe ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijiya, li mala xwe bi awayekî kuştî hat dîtin. Hat hînbûn ku wê piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Sari ji bo kirariyên otopsiyê rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Şêniyên gund, dan zanîn ku ji bo demekî kurt ji mala Sari dengê muzîkê hatiye bihîstin.