Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e 2021-08-09 15:19:47   COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, di çarçoveya "Hevdîtinên Azadiyê" de bi esnafên Colemêrgê re civiya û ev tişt got: "Desthilata AKP-MHP'ê gelê kurd ji xwe re weke dijmin dibînin."   Heyeta ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîj (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterê Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) Saît Dede pêk hat, di çarçoveya hevdîtinên kampanya "Dema Azadiyê" de li Sîteya Pîşesaziyê ya Colemêrgê bi esnafan re civiya.    ‘DESTHILAT BI ZORDARIYÊ EMRÊ XWE DIRÊJ DIKE'   Heyeta ku pirsgirêkên esnafan guhdar kir, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: "Di encama polîtîkayên ewlehiyê yên AKP-MHP'ê de qrîz kûr bûye. Em îro li pîşesaziyê ne û ev der di hêla aboriyê de yek ji cihên ku herî zêde pirsgirêk dijiye. Di hêla aboriyê de tiştekî ku vê desthilatê ji esnafan re bibêje tune ye. Lê dîsa jî desthilat bi polîtîkayên zext, zilm, çek û zordariyê emrê xwe dirêj dike. Bi vê re desthilata AKP-MHP'ê bêyî ku ciwan, jin, kal û pîran cihê bike dijminatiya gelê kurd dike. Kî li kuder dibe bila bibe ferq nake. Îro kesên ku bi qeyûman re dixebitin, di hêla aboriyê de li cemaweriyê dixebitin jî ji bo AKP'ê neyar in. AKP kesên bi xwe re jî weke dijmin dihesibîne."   Wê hevdîtinên heyetê bi serdanên malan bidome.