Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest 2021-08-09 16:34:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Salman Rushdie, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” ku di pirtûka wî de kirine jê lêborîn xwestiye.    Nivîskarê bi nav û deng Salman Rushdie yê îngilistanî, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” ku di pirtûka wî ya “Sêrbazê Floransayê” de kiriye jê lê lêborîn xwestiye. Rushdie di parvekirina xwe ya têkildarî mijarê de ev tişt got: “Wêşanên Can ên tirk ji min lêborîn xwest. Wê hemû kopiyên pirtûkê werin komkirin û bi awayekî rastkirî dê pirtûk careke din were çapkirin.”   Weşanên Can peyva di pirtûka Salman Rûshdie ya bi navê “Sêrbazê Floransayê (Floransa Büyücüsü)” ku wergêra wê Begum Kovulmaz kiribû de peyva "Kurdistanê" sansur kiribû.