Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin 2021-08-10 09:01:27   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê bûye pêkanînên sereke yên hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê û got: "Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin."    Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Wefqa Lêkolînên Civakê û Hiqûqê (TOHAV) ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpêkirinên mafan derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Hayatî Kaytanî Emîn Gûrban û Civan Boltan de daxilî nav rojeva xwe bike, di 29'ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da.       Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, serlêdana li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand.    Turkdogan, anî ziman ku cezayê darvekirinê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû birîn, piştî biryara tedbîrî ya DMME'yê di sala 2004'an de Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê hatiyye guherandin û cezayê darvekirinê hatie rakirin û piştî vê guherandina di mewzûatê de cezayekî wekî "muebeda giran" ketiye dewrê.    Turkdogan vê rêbaza cezakirinê wekî "rêbaza cezayê mirinê yê dirêjkirî û îşkenceyê" pênase kir û bibîr xist ku li dijî vî awayê cezakirinê serî li DMME'yê hatiye dayîn û di çarçoveya xala sisêyan "qedexeya îşkence û muameleya xirab" a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de biryara binpêkirinê hatie dayîn. Turkdogan, destnîşan kir ku ev di heman demê de "mafê hêviyê" jî ji holê rakiriye û got: "Gava mirovek bê cezakirin, divê zanibe dê kengî bê berdan."    Turkdogan, anî ziman ku ji bo biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Boltan û Gûrban de bê kontrolkirin di warê pêkanînê de û ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê biryarê daxilî nav rojeva xwe bike serlêdan kirine.    Her wiha Turkdogan, bilêv kir ku faktora sereke ya welatên Konseya Ewropayê bi hev ve girêdide PMME ye û li gor vê peymanê biryarên ku dadgehê dane divê pêk bên. Turkdogan, diyar kir ku di vî warî de serlêdanên rêxistinên civaka sivîl girîng in, ji lew re gava ji dewletan re bihêlin dê dewlet li gor berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî tevbigerin û dê di warê van binpêkirinên mafan ên giran de tu gavan neavêjin. Turkdogan got: "Lewma rêxistinên civaka sivîl ên welatên di nav konseyê de divê têkevin dewrê."   PÊVAJOYA DIYALOGÊ YA BI OCALAN RE    Turkdogan, destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Ewropa û pergalên herêmî yên din bes qîma xwe bi şopandina polîtîkayên Tirkiyeyê tînin û got: "Tirkiye jî wisa difikire ku dê bi şer, tunekirin û girtinê meseleya kurdî çareser bike. Tam di vir de rol û rista Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Axirê heya niha li Tirkiyeyê 8 caran agirbest hatiye ragihandin. Di hemû agirbestan de îqtidarên siyyasî yên Tirkiyeyê û dewlet diyalog bi ocalan re danîne. Ji ber ku ji diyalogan tu encam rû nedane, şer girantir bûye û hê jî didome."    ROL Û RISTA OCALAN   Turkdogan ku got "Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin" axaftina xw ewiha domand: "Lewma hûn nikarin şertên înfazê giran bikin. Divê hûn pêkanînên ku rê li ber şertên înfazê vedikin û cezayê hemû hikumxwaran di ber çavan re derbas dike pêk bînin. Hin hikumxwar di girtîgehan de cardin di warê daxilbûna jiyana civakî de dikarin xwe perwerde bikin û dîtinên xwe di ber çavan re derbas bikin. Dibe ku cardin bixwaze daxilî nav jiyana civakî bibe an jî pozîsyona wî/ê ew qas xurt e ku dibe ku pêdiviya civakê jî pê çêbibe. Girtiyên polîtîk siyasî jî wisa ne. Divê hûn pêşî li ber vê yekê vekin." ”    ÎNFAZA GIRANKIRΠ   Turkdogan, destnîşan kir ku Tirkiye divê meseleya "înfaza girankirî ya heta hetayê" ku bi Abdullah Ocalan daye destpêkirin êdî çareser bike û got: "Ji lew re ev yek bandorê li hezaran mirovî dike. Gava hûn dozên darbeyê jî bifikirin, ev hejmar pir zêde dibe. Dê zextên DMME û Konseya Ewropayê yên li ser Tirkiyeyê jî zêde bibin. Lewma êdî divê Tirkiye vê yekê daxilî nav rojeva xwe bike."    Turkdogan, anî ziman ku dê Komîteya Wezîran di serdemên 3 mehî de vê yekê bişopîne ûg ot: "Dê heya demekê li bendê be ku Tirkiye gavina bavêje. Heger Tirkiye gavina neavêje, dê doza van mueyîdeyan zêde bibe. Ev mesele dibe ku heya rawestandina endamtiya Tirkiyeyê jî biçe. Ew prosedur, di doza Osman Kavala de hat destpêkirin. Ev prosedur ji bo Azerbêcanê jî hatibû destpêkirin. Azerbêcan, ji bo xwe bi xelasê bixe, biryara DMME'yê pêk anîbû. Dê Tirkiye jî bike, lê berî mesele bigihê wê nuqteyê, bi ya min divê mesele di warê hiqûqî, siyasî, çandî û polîtîk de bê nîqaşkirin û çareserkirin."    ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE'    Turkdogan, anî ziman ku dê Komîteya Wezîran ji ber serlêdanê dê doza bersivekê li Tirkiyeyê bike û wê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û got: "Ji bo mekanîzmaya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevbigere, bar dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê."   Turkdogan got: "Em dixwazin hiqûq pêk bê. Ji ber ku ev yek bandorê li hezaran mirovî dike, divê hemû saziyyên hiqûqê, baro, kesên ehlê hiqûqê û mafên mirovan xwedî lê derkevin."    BINGEHA HIQÛQA ÎNFAZÊ   Turkdogan, destnîşan kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bûne pêkanînên sereke yên hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê û got: "Heger raya demokratîk û partiyên muxalefetê di wext de li ber binpêkirinên li Îmraliyê rabûne, dê pêkanîna me ya înfazê ev qasî giran nebûna."   Turkdogan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Tirkiye welatekî wisa ye ku mirov nizane dê kengî çi bê serê mirovan û got: "Kesên îro îqtidar in, dibe ku sibê bên girtin. Lewma rêgezên giştî yên hiqûqê ji bo her kesî derbasdar in. Mirovên cemaeta Fethûllah Gulenê wextekê di nav darazê û burokrasiyê de bûn. Me gotibû, dê pêdiviya wan jî bi hiqûqê çêbibe. Niha herî zêde pêdiviya wan bi hiqûqê heye. Hê nû me fêm dikin. Lewma em bang kesên niha îqtidar in dikin; pîvanên hiqûqê, usûlên hiqûqê ji bo her kesî ne. Van pîvan û usûlan binpê nekin. Heger DMME ev biryar dabe, pêk bînin."    MA / Berîvan Altan