Malbat Şenyaşar ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt 2021-08-10 12:49:12   RIHA - Malbata Şenyaşar ku 155 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" digirin, dema ku çûn nimêjê dovîzên wan hatîn dizîn. Malbatê polisan ji dizîna dovîzan berpirsyar gir û got ku ya mirin an jî edalet dikare wan ji ber edliyeyê rabike.    Lêgerîna "Edaletê" ya Malbata Şenyşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 155'an de didome. Weke her roj îro jî malbat di saetên serê sibehê de hat ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir. Lê derket holê ku duh dema çûne nimêja nîvro dovîzên wan hatine dizîn. Malbatê, ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt û wêneyên bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û ambûlansa ku di wê de êriş li wan hatibû kirin vekir û pankarta "Di 14.06.2018'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kur hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin. Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo Herkesî Edalet." vekir.    'ME DÎT KU DOVÎZÊN ME HATINE DIZÎN'   Ferît Şenyaşar, têkildarî dizîna dovîzên wan axivî û ev agahî dan: "Duh em ji bo nimêjê çûn mescîda Baroya Rihayê û hatin. Her roj ji bo vê nîv saet dema me diçe. Dema em hatin me ferq kir ku dovîz li ser "Edalet" nivîsandî û wêneyên me ne li cihê xwe ne. Herkesê ku tê edliyeyê û diçe ji dovîzên me fêm dikin ku bêedaletiyeke çawa pêk hatiye. Lê duh me dît ku dovîzên me yên em datînin ber bloqên betonê hatine dizîn."   'HEWL DIDIN DENGÊ ME QUT BIKIN'   Di berdewamê de Şenyaşar bi lêv kir ku bi dizîna dovîzan difikirin ku wê têkoşîna me bi dawî bikin û ev tişt anî ziman: "Me ji dovîzên ku hatine dizîn mezintir dovîz amade kirin. Em bi biryar in. Hûn bi zextan nikarin têkoşîna me ya edaletê bi dawî bikin. Dixwazin dengê me qut bikin. Ya edalet an jî mirinê wê me ji vir rake."   DAYIK: MA POLIS ŞERM NAKIN?   Dayik Emîne Şenyaşar jî got ku êdî bes e û ev tişt anîn ziman: "Kaxizan didizin. Kesên kaxizên me didizin çi ji me dixwazin. Polis şerm nakin ku kaxizên me didizin? Çawa ku dilê me şewitiye dilê kesên ku kaxizên me dizîne jî bişewite. Xwedê tiştê anîne serê min li cem wan nehêle. Em edaletê dixwazin. Kurê min bila bê berdan."