Li Êlihê banga ‘Dema Azadiyê’ hat kirin 2021-08-10 14:02:24   ÊLIH - Li Êlihê banga hevdîtina gel a di 14’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Dema Azadiyê” pêk were, hat kirin.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, têkildarî hevdîtina gel a di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de ku wê di 14’ê tebaxê de li Êlihê were lidarxistin daxuyanî da. Wê di hevdîtina ku Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdar bibin de, Koma Gulên Xerzan û Şerzat dê derkevin ser dike. Hevdîtin wê roja şemiyê saet di 18.00’an de li Qada Newrozê ya li Taxa Baglarê pêk were.    BANGA TEVLÎBÛNÊ   Di daxuyaniya ku Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Gulistan Sonuk, parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca beşdar bûn de Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlpû starta hevdîtinê da û banga tevlîbûnê li gelê Êlihê kir.    ‘EM Ê LI QADAN BIN’   Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî bal kişand ser zextên li ser partiya wan û wiha got: “Me li dijî êrîşan tora têkoşînê ava kir. Em li gelek cihan bi gel re hatin gelhev. Gelê me li partiya xwe xwedî derdikeve. Gel daxwaza xwe ya mezinkirina têkoşînê bi meşên girseyî nîşan da. Em di hevdîtina ku li Êlihê pêk tînin de dîsa li qadan bin.”   Ûca, bi gotinên “Em di 14’ê tebaxê de ruhê berxwedanê yê Êlihê li qadê nîşan bidin. Roja roja yekitiyê ye, roj roja ji tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê ku li girtîgehan dom dikin re bibine deng e” gele bajêr vexwend hevdîtinê.